Jinên Botanê: Ocalan ji bo jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin 2023-12-19 09:04:02 ŞIRNEX - Jinên Botanî diyar kirin ku şikandina tecrîdê peywira jinan e û wiha gotin: “Divê jin bi şev û roj qet nesekinin. Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên girtin ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ev rewşa agahînegirtina mutleq, di raya giştî ya gelê kurd de rê li ber nerazîbûnên mezin vedike. Di vê çarçoveyê de girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Li pey wê jî bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê çalakiyên Nobeta Edaletê hatin destpêkirin.    Jinên Botanê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî axivîn û bertek nîşanî tecrîdê dan.    'XWEDÎDERKETINA LI OCALAN ERKEKÎ MIROVAHIYÊ YE'   Têkildarî mijarê Azîme Tansu diyar kir ku navnîşana demokrasiyê Îmrali ye û wiha got: “Em dixwazin ev tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Heke ku birêz Ocalan azad bibe em hemû dê azad dibin. Heke tecrîd rabe dê aştî jî bibe, kuştin û girtin bi dawî bibin. Heta tecrîd ranebe dê aramî çênebe. Divê ku dayik nerûnin û dengê daxwazên girtiyan bilind bikin. Xwedîderketina li birêz Ocalan û girtiyan, erkekî mirovahiyê ye.”   ‘DIVÊ JIN BI ROJ Û ŞEV NESEKININ'   Jina bi navê Niharîn Buruntekîn jî bal kişand ser felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ya Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê jin pêşengiya berxwedana li dijî tecrîdê bikin. Buruntekîn, anî ziman ku jin bi saya felsefeya Ocalan azad bûne û wiha domand: “Birêz Ocalan mirovekî zana ye. Bi vê zanabûna xwe li dijî dewleta tirk rabû û serê xwe netewand. Divê ku gelê kurd rabe ser pêyan û daxwaza azadiya birêz Ocalan bike. Birêz Ocalan ji bo gelê xwe fedakarî kir û divê gelê kurd jî ji bo wî vê fedakariyê bike. Divê em bi destên hev bigirin û xwedî li birêz Ocalan derkevin. Divê em jin bi şev û roj nesekinin.  Ew ji bo azadiya jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin.”    ‘HÊJ DARBEST DERNEKETIN DIVÊ EM BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’    Ji jinan Meryem Fîdan jî xwest ku tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne. Fîdan, destnîşan kir ku heta ku Abdullah Ocalan dîlgirtî be, gelê kurd jî dê azad nebe û wiha pê de çû: “Divê bi taybet jî jin rabin ser pêyan. Heta birêz Ocalan azad dibe em ê li dijî tecrîdê têbikoşin. Heke her kes dengê xwe derxîne, dê darbest ji girtîgehan dernekevin. Lewma hêj darbest derneketin divê em bikevin nava tevgerê. Heta îktîdar gav diavêje divê em li ser pêya bin.”   'TECRÎD BI RÛNIŞTINÊ NAYÊ ŞIKANDIN’   Derheqê mijarê de Ayşe Tokay jî got ku şikandina tecrîdê bi yekitiya gelê kurd dibe û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin zarokên me di greva birçîbûnê de bimirin. Divê tecrîda li ser Apo rabe da ku ev ciwanên girtîgehan de jî azad bibin. Heta ku ev tecrîd hebe dê zarokên me greva birçîbûnê de bin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji me re bên. Em dixwazin her kes bi destê hev bigire û û li dijî tecrîdê rabe ser pêyan. Tecrîd bi rûniştinê ranabe. Divê her kesên xwedî wijdan û îman bêdeng nemîne.”    Dexîla Atmiş jî wiha bertek nîşan da: “Ma ev zilm û zordestî dê heta kengî li ser gelê kurd bidome? Ji zarokatiya xwe heta niha em vê zilmê dibînin. Em vê zilmê qebûl nakin. Banga min ji bo gelê kurd ew e ku bibin tifaq. Heke yekitiya me hebe em ê bikarin tecrîdê bişikînin.”    'HETA KURD NEBIN YEK DÊ TECRÎD RANEBE’   Zerîn Aytiş jî bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha got: “Heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe em azad nabin. Bila gelê kurd pişta hev bigire. Bi xwedê heta destê xwe nedin hev dê ji mirin û komkujiyan xelas nebin. Ev 26 sal in birêz Ocalan di bin tecrîdeke girankirî de ye. Birêz Ocalan şer naxwaze. Mirovahî û aştiyê dixwaze. Heta kurd nebin yek dê tecrîd ranebe.”    Têkildarî mijarê Fîkriye Kunur jî diyar kir ku divê şikandina tecrîdê rojev her kurdekî be û got ku heta tecrîd ranebe dê zextên li girtîgehan jî xelas nebin. Ji dayikan Emîne Alkiş jî bertek nîşanî tecrîdê da û got: “Divê em barê girtiyan li xwe bigirin da ku tecrîdê bişikînin. Lewma banga min ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ew e ku bibin yek û li qadan bin.”    'XWEDÎ DERKETIN TENÊ ERKA MALBATÊN GIRTIYAN NÎNE’    Herî dawî jî ji Dayikên Aştiyê Asya Tay axivî û wiha derbirî: “Zarokên me yên di bin zexteke giran de, ji bo tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan ketine greva birçîbûnê. Heta tecrîd ranebe em ê azad nebin. Birêz Ocalan ne tenê serokê gelê kurd lê serokê hemû gelên bindest e. Îro li dijî tecrîdê derketin ne tenê berpirsyariya girtiyan û malbatên girtiyan e. Divê em bizanin ku ev pirsgirêka me hemûyan e û divê em hemû li dijî vê li ber xwe bidin.”   MA / Zeynep Durgut