Prof. Dr. Bîçer: Divê têkildarî tecrîdê gavên mayinde bên avêtin 2023-12-19 09:06:16 STENBOL – Endamê Desteya Rêveber a TÎHV'ê Prof. Dr. Umît Bîçer da xuyakirin ku sedema ku girtî li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne ew e ku desthilat di vê mijarê de gavên mayinde û saxlem navêje. Bîçer anî ziman ku divê pirsgirêk di çarçoveyeke ku "pergalên cuda yên hiqûqî nayên daxilkirin" de bê çareserkirin. Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê girtin, 33 meh in agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan ê ku mafê wî yê nameşandin û pêwendiya bi rêya telefonê tê astengkirin, rasterast di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin.    Pisporê Tiba Edlî ku Prof. Dr. Umît Bîçer ku Endama Lijneya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ye, tecrîda mutleq a li Îmraliyê li dijî hiqûqa navxweyî û peymanên navneteweyî tê pêkanîn, nirxand.    Biçer anî ziman ku tecrîd têkiliyên civakî sînordar dike û ji aliyê bedenî û ruhî ve bandoreke neyînî li tenduristiya mirovan dike û got ku di psererastkirinê ji bo girtiyan di peymanên navneteweyî de hatine çêkirin de jî  tê gotin ku divê tecrîd pir bisînor were sepandin û heta ku hewce nebe divê neyê sepandin.   Bîçer bal kişand ser biryarên bi vî rengî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got: "Tecrîda demdirêj a li ser kesekî di biryarên DMME'yê de wekî 'îşkence û muameleya xerab' tê binavkirin. Dîsa Pîvanên Mandela û sepanên tecrîdê yên zêdetirî 15 rojan û pêkanînên wê yên li dijî rûeta mirovan û bandorên wê yên xirab ên li ser tenduristiyê di wesfê 'îşkenceyê' de tên nirxandin. Her wiha di nava rojê de ji bo dema tecrîdê demek diyar hatiye diyarkirin. Li gorî Pîvanên Mandela divê ev dem ji 22 saetan derbas nebe. Her nêzîkatiyeke ku ji 22 saetan zêdetir, wekî îşkence û muameleyê tê nirxandin."     ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XIRAB    Bîçer da zanîn ku şert û mercên tecrîda giran ên li girtîgehên Tirkiyeyê dema ku di Qanûna Mandela de hatiye diyarkirin derbas kiriye û got: "Ev pêkanîn ji aliyê hiqûqî ve nayên qebûlkirin û di çarçoveya îşkenceyê de tên dîtin." Biçer anî ziman ku  tecrîd di warê fizîkî de tenduristiya mirovan xirab dike tecrîd li girtîgehan ne wekî sepaneke dîsiplînê, wekî îşkence û muameleyeke xirab tê nirxandin. Bîçer diyar kir ku kesên li girtîgehan divê li derî kiryara pê tê tawanbarkirin bên nirxandin û biryarên DMME'yê tên der barê Îmraliyê de bibîr xistin.    Bîçer bal kişand ser wê yekê ku ji pêwendîdanîna bi malbatê û cîhana derve re bêparkirin dê bibin sedema bandorên "tunekirina mirovan" û xirabkirian tenduristiyê û got: “Jixwe bêparkirina ji azadiyê bi serê xwe ceza ye. Di biryarên DMME û peymanên navneteweyî de hatiye diyarkirin ku sepandina vî cezayî bi awayên cuda di mirovan de dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê û ev yek binpêkirina mafên mirovan e."   ŞERT Û MERCÊN DEM Û ŞÛNWARÊ   Biçer îşaret bi wê yekê kir ku girtîgeh bandorên cuda li ser mirov dikin û wiha got: “Taybetmendiyên fizîkî yên nêvenga li girtîgehê û taybetiyên cihê ku ode lê ne, rê li ber hin bandoran vedikin. Divê ev bandor, li gel mijara ku girtî ji derve çawa agahiyan distîne û çawa pêwendiyê bi derve re datîne bê dîtin. Gava ku hûn li giravekê yan cîhekî din girtî bin, dibe ku hîsa derketina derve bêtir li we peyda bibin  yan jî têkildarî vê tengezarî û pirsgirêkên we zêdetir bin. Lê li vir tişta girîng, taybetmendiya dem û cihê ku mirov lê tê ragirtin, hebûna têkiliya mirovan, têkiliyên bi malbatê, derdora civakî û girtiyên din re ye. Ev piştî demekê, têkiliya we bi cîhana li derveyî re bi temamî sînordar bike."   Prof. Umît Bîçer bal kişand ser grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de ji bo Abdullah Ocalan li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dest pê kirin.   ‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ RÊBAZA DAWÎ YE KU SERÎ LÊ TÊ DAYÎN'   Bîçer diyar kir ku grevên birçîbûnê ji bo girtiyên doza azadiya xwe dikin rêbaza dawî ya berxwedanê ye ku serî lê didin. Bîçer bi bîr xist ku berê gelek caran li girtîgehan grevên birçîbûnê hatine lidarxistin û got ku ya krîtîk ew e ku der barê sedemên ku mirovan ber bi grevên birçîbûnê eve dibin tu çareserî nayên afirandin. Bîçer da zanîn ku dê daxwazên têkildarî grevên birçîbûnê bi muzakereyan û bi avêtina hin gavan bên çareserkirin û got: “Ji bo her cure pirsgirêk bên çareserkirin divê rêyên muzakereyê bên vekirin. Ev, divê di çarçoveyeke ku rêzê li rûmet û nirxên mirovî tê girtin û rêgezên cezakirinê yên cihêreng an jî pergalên cuda yên hiqûqê neyên pêkanîn de esas bên girtin."   ‘DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN'   Biçer anî ziman ku girtî bi salan e ji ber ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nehatine çareserkirin bi heman daxwazan dest bi greva birçîbûnê dikin û got ku desthilatdariya siyasî der barê binpêkirinên li girtîgehan de gavên mayînde neavêtiye. Biçer got: “Neavêtina van gavan dibe sedema grevên birçîbûnê. Ev pirsgirêk, pirsgirêkeke ku çareseriya wê pêkan e û divê hikûmet der barê girtîgehan de gavên berbiçav biavêje. Pêwîst e bi lez û bez muzakere bên kirin û li gorî daxwazan çareseriyên guncav peyde bike. Binpêkirinên mafan ên ku îro li girtîgehan çêdibin, mixabin nîşan didin ku tu gav nehatine avêtin."   ‘MESELEYA TECRÎDÊ, BI SALAN E DERTÊ PÊŞIYA ME'   Biçer anî ziman ku desthilatê tu rewşeke girtîgehan baş nekiriye û modelên nû yên girtîgehan bi taybet ji bo tecrîdê hatine çêkirin û wiha got: “Ji ber vê sedemê jî kesên li girtîgehan dê zêdetir bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê, li şûna ku desthilat di warê bêparkirina ji azadiyê gavina bavêje, divê di warê polîtîkayên doza jiyaneke azad, demokratîk û aştiyane dikin de hewl bide û divê kesên şahidên vê pêvajyê jî bi israr vê daxwazê biparêzin. Pirsgirêka tecrîdê ku di di nava daxwazên  greva birçîbûnê de ye, bi salan e her ku diçe girantir dibe. Em careke din dikarin bibêjin ku em li dijî her destwerdaneke li dijî rûmet û tenduristiya mirovan in û em ê her tim piştgiriyê bidin kesên ku di vê pêvajoyê de zirarê dibînin. Divê desthilat van daxwazan li ber çavan bigire. Em ê di warê bilêvkirina vê mijarê de dudulî nebin û bibêjin ku pêkanînên bi vî rengî binpêkirina mafên mirovan e.   MA/ Esra Solîn Dal