Li Amedê ji bo petrolê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’: Avên binerd talûkeyê de ne 2023-12-19 10:53:50   AMED - Li Amedê ji bo 9 taxan biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” hate dayîn. Di nava van taxan de zeviyên dikarin werin avdanê jî hene. Parêzer Ahmet Înan anî ziman ku ew ê ji bo biryarê îtîraz bikin û da zanîn ku ji ber vê biryarê avên dinerd di talukeyê de ne.    Wezareta Enerjî Çavkaniyên Aîd ji bo gelek taxên tên avdanê yên li Sûr, Farqîn, Bismil, Pîran, Erxenî Xana Axpar ên Amedê biryara “îstîmlaqkirina lezgînî” da. Ji bo biryarê lêgerîna petrolê hincet hate nîşandan. Herwiha derbarê herêmê de biryara “ÇED hewce nîn e” hate dayîn.   Di vê çerçeoveyê de li taxa Qerenaz a navçeya Sûrê bi navê “Sebyan-4”, li taxa Hecîcan bi navê Dûrû-7, li taxa Helîna bi navê Dûrû 6, li taxa Kasimiyê Jêrîn bi navê “Kûtlûalan-6 ên Farqînê, li taxa Mîrkulyan a Bismilê bi navê “Ham Petrol” li taxa Şûkûrlî ya Xana Axpar bi navê Şukurlu-2 û Şukurlu-3, li taxa Xençerlî bi navê “Hançerlî-9, li taxa Qelbîn a Pîranê bi navê “Egil-1” dê ji bo lêgerîna petrolê xebata sondajê were kirin.    ÎSTÎMLAQKIRINA BÊAGAHΠ   Derbarê xebatên tên kirin de Sekterê Giştî yê Komîsyona Bajêr û Hawîrdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan destnîşan kir ku ji bo biryar were betalkirin, dê dozê vekin. Înan da zanîn ku xebat ser navê Şîrîktiya Anonîm ya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) hatiye despêkirin û diyar kir ku ew ê giliyên ji ber vê xebatê hatine kirin dê lêkolîn bikin. Înan bilêv kir ku li taxa Şûkûrliyê dê ji bo xebatên sondajê 15 hektarên zeviyên çandiniyê îstîmlaq bikin û got: “Herêm li ser vê axê debara xwe dike. Gundî hişyar dibin ku zevî hatiye îstîmlaqkirin, pere ji hesabên wan re hatiye razandin. Ax êdî ne ya wan e. Taxên hatine îstîmlaqkirin cihên ku bi pileya yekemîn dikarin werin avdanê ne.”   WEZARETA ÇANDINIYÊ: LI VIR LÊGERÎNÊ NEKE   Înan anî ziman ku di demeke ku hewcehiya zad ewqas zêde bûye de lêgerîna petrolê Wezareta Çandiniyê jî aciz kiriye û wezaret ji bo xebata hatiye kirin gotiye ku “heke ciheke alternatîf hebe herin li wir bikin, li vê derê nekin”. Wezareta Çandiniyê jî ji van lêgerînan aciz bûye.     AVA BINERD Û DÎCLE DI TALUKEYÊ DE NE   Karûbarên Avê yên Dewletê (DSÎ) jî ji bo lêgerîna Piranê da zanîn ku bîrên wan yên avê li herêmê hene û hişyariya “tu li cem bîrên avê vê lêgerînê dikî, divê tu pir baldar bî” kir.    Di berdewama axaftina xwe de Înan ev tişt gotin. “Di lêgerîna petrolê de madeyên toksît û radyoaktif ji van bîrên lêgerînê berdidin jêr. Dibe ku ev made têkevin nav avên binerd de. Bîrên petrolê 2 metreyân nêzî Çemê Dîcleyê ye. Îhtîmala qirêjbûna Dîcleyê heye. Ji bo lêgerîna petrolê ya li van deran biryara “ÇED ne hewce ye” hatiye dayîn. Anku ne xema wan e ku dê xwezaya vê derê zirar bîne yan na. Li wir çandînî tê kirin, ava paqij heye, çem derbas dibe tu girîngiya wê nîn e. Em ji bo xwezayê, bajar, xwediyên axê û gel biparêzin amade ne ku pêvajoya hiqûqê bidin destpêkirin.”    Di dawiya axaftina xwe de Înan destnîşan kir ku ew li dijî talankirina hêrêma tê avdan û daristanan in û wiha axivî: “Tu nikarî herêma çandinî tê kirin û sewal tên xwedîkirin axê biherimînî. Tu nikarî tune bikî, dagir bikî. Ji ber krîza avhewayê heye.”    MA / Mujdat Can