Li Kerkukê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gihişt ji sedî 65’an 2023-12-19 14:33:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevlîbûna hilbijartinê ya li Iraqê hatiye kirin, bû ji sedî 41. Ev rêje li Kerkukê bû ji sedî 65. Serokê YNK Bafil Talabanî di hilbijartinê de li pêş xuya dike û got: “Ez soz didim ku em ê bi hev re pîrozbahiyê li dar bixin.”   Li gorî madeya 140’emîn li Iraq û Başûrê Kurdistanê ku derbarê herêmên pevçûn tê de heye ye, ev 10 sal in hilbijartin nedihatin kirin. Di hilbijartina hatiye kirin de gelên li hêrêmê dijîn, ji bo hilbijarina Meclisa Giştî ya Bajêr, doh çûn ser sindoqê.    Madeya 140’emîn a Destûra Bingehîn derbarê herêmên pevçûnê yên Kerkuk, Diyala, Mûsilê de ye. Li gorî madeyê ev bajar dikarin bi referandûmê tev li Bakurê Kurdistanê bibin. Kurd dixwazin li gorî vê madeyê tevbigerin lê belê Ereb û Tirkmen ji vê yekê aciz in.    Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê dê îro saet 17.00’an encamên hilbijartinê parve bike. Komîsyonê destnîşan kir ku tevlîbûna hilbijartinê bû ji sedî 41. Li gorî vê rêjeyê 6 mîlyon 599 hezar 668 kesan dengê xwe bikar anîn.    TEVLÎBÛN HERÎ ZÊDE LI KERKUKÊ ÇÊBÛ   Li gorî daxuyaniya komîsyonê herî zêde deng li Kerkukê hatin bikaranîn. Tevlîbûna hilbijartinê li Kerkukê bû ji sedî 65. Li bajêr hejmara hilbijêran 870 hezar 920 kes in û ji van 566 hezar 265 kes çûn ser sindoqê.    YNK LI PÊŞ E    Wek fermî encamên hilbijartinê nehatine parvekirin. Li bajêr giraniya dengan Yekîtiya Niştimanperwerê Kurdistan (YNK) stend. Tê payîn ku YNK dê li Kerkukê 6 an 7 kursiyan bi dest bixe.    ENIYA TIRMENAN ACIZ E   Li gorî van encamên ku dê pêk werin, Eniya Tirkmenan a Iraqê (ITC) aciz bû. Serokê ITC’ê Erşed Salih daxuyanî da û Komîsyona Hilbijartinê rexne kir.    Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî li benda eşkerekirina encaman e ku serkeftina xwe îlan bike. Talabanî hişyariya aramiyê li gel kir û got: "Ez soz didim ku em ê bi hev re pîrozbahiya xwe li dar bixin. Derxistina pevçûnê ne li gorî sekna YNK’ê û gelê Kerkukê ye.”   SEROKWEZÎR SUDANÎ: REMZA SERKEFTINÊ KERKUK E   Herwiha Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî bi dayaniyekê anî ziman ku hilbijartina Meclisa Giştî ya Bajêr bi awayeke serkeftî hatiye lidarxistin. Sudanî ji xebatkarên komîsyonê, hêzên ewlehiyê, hemû kesên ketine hilbijartinê û saziyên biyanî re spasiyên xwe pêşkeş kir. Sudanî anî ziman ku sembola serkeftinê Kerkuk e û got: “Bimin serkeftina vê hilbijartinê li Kerkukê pêkanîn bû. Ez spasiyên xwe pêşkeşî her kesê ji bo bikaranîna vê erke ked dane, dikim.”