Dayika Taybet hat bibîranîn: Îro bi hezaran Dayikên Taybet li ber xwe didin 2023-12-19 16:28:09   ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgûn Ûçar di salvegera bîranîna Dayika Taybet Înan de axivî û got: "Bila dewlet û hikûmet li vir binêre. Hevalên têkoşer ên Dayika Taybet, gelê Silopiyayê, gelê kurd têkoşîna xwe didomînin. Îro bi hezaran Dayikên Taybet hene.”   Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, di qedexeya derketina derve ya sala 2015'an ku 38 rojan berdewam kiribû de Dayika Taybet Înan di roja 5'an a qedexeyê de bi tiyê xwe Yûsûf Înan re hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû ragirtin. Di 8'emîn salvegera qetilkirina wê de Rêxistina Partiya Wekhevîyê û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Silopiyayê, Dayika Taybet li cihê ku lê hatibû qetilkirin bi bîr anî. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Berdevka DBP’ê ya Jinan Berîvan Bahçeçî, Rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyên Şirnexê, MEBYA-DER, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li bîranînê bûn.   Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçar, diyar kir ku di 8 salan de hê kujerên Taybet Înan nehatine darizandin û wiha axivî: "Em nizanin ku em îro behsa kîjan komkujiyê bikin. Em îro ji bo Dayika Taybet li vir in. Xwezî ji bo ku vê qurnefîlê bidin dayika xwe em li vir bûna. Her wiha îro salvegera Komkujiya Mereşê ya ku kurdên elewî bûn hedef û hatine qetilkirine. 45 sal in di doza Mereşê û rastiya wê de tu pêşketin çênebû. Dîsa der barê doza Dayika Taybet de tu pêşketin çênebû."   ‘TÊKOŞÎNA AZADIYÊ HATE KRÎMÎNALÎZE KIRIN’    Ûçar, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku dewletê di pêvajoya çareseriyê de ev hovitiye pêk anî û got: "Em kesên di hemû komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bi bîr tînin. Em îro ji bo Dayika Taybet li vir in, di heman demê de ji bo ku qala çîroka 100 salî ya komarê bikin em li vir in. Kurdan di nava vê çîroka 100 salî de cih negirtin. Zimanê zikmakî, nasname û têkoşîna kurdan hate înkarkirin. Têkoşîna wekhevî û azadiyê hate înkarkirin û krîmînalîzekirin. Di 30’ê cotmeha 2015’an de planek hat aşkerekirin. Navê vê plana ku weke biryarên MGK’ê ji raya giştî re tê nîşandan û jê re ‘Plana Hilweşînê’ tê gotin, plana mirinê ye."   ‘BI HEZARAN DAYIKÊN TAYBET HENE’    Uçar, anî ziman ku ew ê Taybet Înan ji bîr nekin û wiha domand: "Dema ku Konseya Ewlekariya Neteweyî ya vî welatî pêvajoya çareseriyê ya tam didomand û gelê kurd li hemberî vê înkara 100 salî vîna xwe ya aştiyê xurt kiribû, dewletê ev bersiv da; Em pêvajoyê têxin sarincê. Bi qasî ku hûn dixwazin rakirin. Gelê kurd ê ku we înkar kir û we ziman û nasnameya wî ji qebûl nekir heta îro hat û  li her derê ye. Erdnîgarî, ziman, çand, nasname û têkoşîna xwe berneda. Mîna Dayika Taybet.Tişta ku me di 19’ê Kanûnê de jiyan kir operasyona dewletê bû. Operasyonek taybet bû ku ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê dihat kirin. Bila dewlet û hikûmet li vir binêre. Hevalên têkoşer ên Dayika Taybet, gelê Silopiyayê, gelê kurd têkoşîna xwe didomînin û bêguman wê têkoşîna xwe bidomînin. Dayika Taybet a ku we qetil kir, hûn dibêjin rêhevalê wê tune ye, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiye û Kurdistanê nobeda edaletê dimeşîne. Lewma em dibêjin; Bi hezaran dayikên me yên Taybet hene."   Piştî axiftinan girseyê bi dirûşmeyên “Şehid namirin” , “Dayika Taybet nemire” qurnefîl danîn kolana ku Dayika Taybet lê hatiye qetilkirin. Şande piştre derbasî mala tiyê Taybat Înan, Yusuf Înan ê ku bi wê re hatiye qetilkirin bû. Piştre jî serdana malbata mala Mele Hesen Sanir û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir ku di qedexeya derketina derve de hate qetilkirin kir.