‘Heya daxwaz tên qebûlkirin êm ê nobetê bidomînin’ 2023-12-19 16:42:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin berdewan dikin. Çalakgeran anîn ziman ku heya daxwaz tên qebûlkirin dê çalakiyên nobetê berdewam bikin.    Çalakiyên Nobetên Edaletê yên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurt re çareserî” hatine destpêkirin, li Amed, Stenbol, Wan, Edene û Mêrsînê berdewam dikin.    AMED    Çalakiya Nobeda Edaletê ya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PARTÎ) ya navçeya Rezana Amedê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, di roja 16’an de didome. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER, DÎSK Genel – Îş, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û gelek welatî tev li Nobeta Edaletê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatin vekirin. Her wiha çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.   Di çalakiyê de Halîme Topûz axivî. Topûz destnîşan kir ku ew ketine roja 16’an û got: “Heke daxwaz neyên qebûlkirin, berdin 16 rojan, 16 sal jî derbas bibin em ê nobetê bidomînin.” Topûz bang li Wezareta Dadê kir û got: “Heya ku mafên zarokên me didin wan em ê vê têkoşînê bidomînin. Em bang li cîhanê dikin, ji ber em kurd in vê tecrîdê li ser me didin meşandin. Em careke din dibêjin, heke ku ev grev 16 sal jî bidome, ê jî berdewam bikin.    Çalakî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan”  û stranan dom kir.    MÊRSÎN   Çalakiya Nobeta Edaletê li avahiyê Komeleya Piştevaniyê ya bi malatên girtî û Hikûmxwaran re (Çukurova TUAY-DER) di roja 16’emîn de berdewam dike. Tevî dayikênaştiyê gelek nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn. Nobeta Edaletê ya îro hatiye domandin diyarî 30 girtiyên di Qetlîma 19’ê Kanûnê hate kirin. Di qetlîamê de 30 girtiyên li dijî Girtîghên Tîpa F ketibûn greva birçîbûnê bi operasyona navê “Vegera li Jiyanê” hatibûn qetilkirin.    TÊKOŞERÊN 19’Ê KANÛNÊ HATIN BIBÎRANÎN   Di çalakiyê de Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş diyar kir ku divê çalakiyên Nobeta Edaletê werin xurtkirin û got: “Tevî ku 20 sal ji ser qetlîamê derbas bûn, desthîlata faşîst a AKP û MHP’ê di girtîgehan de hêj jî heman polîtîkayan berdewam dike. Zîndar kelehên têkoşînê ne. Dê wan kelehan teslîmî dijmin nekin. Em yên li derve piştgirya xwe çiqas xurt bikin dê ewqas xwedî li felsefeya Reber û rêhevalên xwe derbikevin.    Nobet bi berzkirina dirûşmeyan û gotina stranan dom kir.    EDENE - WAN   Çalakiya Nobeta Edaletê li Wan û Edenê jî di roja 15’emîn de berdewam kirin. Endamên partiyên siyasî yên navçe û navendê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn.    Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 15’emîn de berdwam kir. Gelek nûnerên partiyên siyasî yên navenda û navçeyan û şêniyên taxa Nû, tev li çalakiya nobetê bûn.    STENBOL    İstanbul’da başlatılan Adalet Nöbeti eylemi de birinci haftasına girdi. Tutsak yakınları tarafından DEM Parti Bağcılar ilçe binasında başlatılan eylemde, “Özgür yaşamın inşası için tecridi kıralım zindanlara ses olalım” ve “Adalet için tecridi kıralım toplumsal barış için zindanlara ses olalım” pankartları açıldı.    Çalakiya Nobeta Edaletê di avahiyê navçeya DEM Partiyê ya navçeya Bagcilar a Stenbolê de hatiye destpêkirin ket heftaya yekemîn. Xizmên girtiyên nexweş û endamên partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn.