Li peravê Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax hat protestokirin 2023-12-19 18:25:32   WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bal kişand ser tijîkirina perava golê û înşaeta qaçax a li qeraxê, bang li rayedaran kir li gorî qanûnê tev bigerin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê der barê avakirina avahiyên bi qaçaxî yên li qeraxa Gola Wanê yên li navçeya Artemêtê de, li ber Otêla Merîtê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Gola Wanê ya hemû bûneweran e, ji talan û rantê re na" hat vekirin û tim dirûşmeya "Dest nede Gola Wanê" hatin berzkirin.   Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê parêzer Jiyan Ozkaplanê daxuyanî da û diyar kir ku Gola Wanê ji ber xemsariya qanûndanêran û hiqûqê, rêziknameyên çewt û xizmetên qezenckirinê roj bi roj winda dibe. Ozkaplanê diyar kir ku Gola Wanê ya ku derdora wê 430 km û kûrahiya wê jî 451 metre ye, yek ji bedewiyên cîhanê ye û wiha got: “Mixabin her roj tê wêrankirin, dorpêçkirin, qirêjkirin û astengkirin. Ev peravên ku xwedî bihayeke bêhempa ne ji aliyê pêkanînên kapîtalîst ên hov ve hatine desteserkirin û her roj tên talankirin."   Ozkaplanê ku banga hişyariyê li saziyên sivîl û pîşeyî, partiyên siyasî û civakê kir, diyar kir ku her roj peravên golê tên dagirtin û bi awayekî qaçax înşaet tên çêkirin. Ozkaplanê wiha berdewam kir: “Îcar dewlet li ku ye, qanûndanêr li ku ne, hiqûqnas li ku ne? Bêdengbûn şirîkiya li vî sûcî ye. Em ji vir bang li rayedaran dikin. Hûn ê heta kengê bêdeng bimînin û piştgiriyê bidin van kiryarên neqanûnî? Ev bêdengiya we encama kîjan zext û berjewendiyan e? Em rayedaran hişyar dikin û bang li wan dikin. Ger qanûn esas neyên girtin dê bibin hevparê van sûcan. Ji bo parastina xweza, derya û siberoja me çi bê kirin dibêjin na. Em bang li rayedaran dikin ku bikevin nava liv û tevgerê.”