Li Balikesîrê erdhej çêbû 2023-12-20 08:51:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Altieylul a Balikesîrê, bi pileya 3.6 erdhejek çêbû.    Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD) saet di 07.21’an de li navçeya Altieylul a Balikesîrê bi pileya 3.6 erdhejek çêbû.    Hat destnîşankirin ku erdhej 6,92 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.    Hate zanîn ku piştî erdhejê tu rewşên neyînî çênebûne.