Malbatên kesên ku di êrişa leşkeran de jiyana xwe ji dest dan, dan ber îcrayê 2023-12-20 09:05:37   AGIRÎ - Li malbatên HPG'yiyan û Mûrat Kaya yên di sala 2019'an de li gundê Mûşîyan ê navçeya Dutaxê di operasyonekê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi hinceta "Zerar dane mal û milkên cemaweriyê û personelan" cezayê pereyî li wan hatibû birîn. Ji ber vê malbat ketin ber îcrayê.    Polîs, leşker û cerdevanan di 6'ê Kanûna 2019'an de li gundê Mûşiyan ê navçeya Dutax a Agiriyê operasyonek li dar xistibûn. Di operasyonê de 3 endamên HPG’ê û bavê 3 zarokan Mûrat Kaya jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî pevçûnê 10 welatî bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Hanim Aksoy, Alîcan Aksoy, Kemal Aksoy, Ahmet Aksoy, Cemal Aksoy, Fîkret Çetîn, Zozan Kaya, Bîrgul Çetîn û Mehmet Sîdîk Çetîn ên bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, piştî 7 rojan di binçavan de man di 12'ê Kanûnê de sewqî Edliyeyê hatibûn kirin. Cemal Aksoy û Fîkret Çetîn bi hinceta "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin.   Piştî ku îdianameya der barê 6 kesên hatin binçavkirin de hat qebûlkirin, danişîna dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê dest pê kir. Ji bo Ahmet Aksoy û Mehmet Sîddik Çetîn biryara beraetê hat dayîn. Li Bîrgul Çetinê 3 sal û mehek û 15 roj; li Hanim Aksoyê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.   Li girtî Cemal Aksoy 12 sal û li Fikret Çetîn jî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat birîn. Dadgeha Herêmî ya Erziromê jî biryara dadgeha herêmî erê kir. Dosya niha li Dadgeha Bilind e.   MALBAT DAN BER ÎCRAYÊ   Piştî ku dosya ji Dadgeha Bilind re hat şandin, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, der barê malbatên HPG'iyên jiyana xwe ji dest dan û mîratgirên Mûrat Kaya û Cemal Aksoy ê hê jî girtî de, bi îdiaya "zirar dane malê cemaweriyê û personelan" doza tazmînatê hat vekirin. Dadgehê biryar da ku li her yekî 7 hezar û 817 TL cezayê pereyî bê birîn. Li ser nedana pereyan ji aliyê 5’emîn Daîreya Îcrayê ya Erziromê der barê malbatan de îcra hat destpêkirin. Malbat, li ber vê biryarê rabûn û îtiraz kirin.