Girtiyan ji bo çalakiya greva birçîbûnê strana 'Çavê Cudî' got 2023-12-20 13:49:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê bi strana “Çavê Cûdî” piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin.   Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 24’an de didome.   Peyam û stranên berxwedanê yên ku girtî bi rêya parêzer û malbatên xwe radigihînin jî berdewam dikin. Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bunyaya Kayseriyê jî bi strana hunermend Bermal Çem a bi navê "Çavê Cûdî" bi telefonê ji malbatên xwe re ragihandin û piştgirî dan berxwedana greva birçîbûnê.