Serdanên Nobeta Edaletê: Tecrîd astengiya aştiya civakî ye 2023-12-20 16:08:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek welatî çûn serdana çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” a li 5 bajaran hatiye destpêkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, çû serdana çalakiya nobetê û got: “Kengî ku pirsgirêka kurd çareser bû, birêz Ocalan azad bû dê wê çaxê aştî û demokrasi ava bibe.”  Çalakiyên Nobeta Edaletê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” îro jî berdewam kir.    MÊRSÎN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) daye destpêkirin, berdewam dike. Îro Dayikên Aştiyê, rêxistina bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê, çû serdana çalakgerên nobetê.    Li avahiyê komeleyê yê nobet lê dihat girtin de gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Biî berxwedanan zîndanan”, “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    Serokê TUAY-DER’ê Ergîn Altûntaş di çalakiyê de axivî û anî ziman ku zextên li ser girtiyên ketine grevên birçîbûnê, zêde bûne û da zanîn ku odeyên bisunger li girtiyan ferz dikin. Altuntaş diyar kir ku tu girtiyên siyasî paş de gav navêjin û dê têkoşîna dayikan jî li wê derê berdewam bike.   EDENE   Çalakiya Nobeta Edalatê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê nûnerên saziyên sivîl, û gelek welatî çûn serdana çalakiya nobetê.     Dayika Aştiyê Refîka Akin anî ziman ku tevî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ew jî di bin tecrîdê de tên ragirtin û anî ziman tekane daxwaza wan pakanîna azadiya Ocalan û anîna aştiyê yê. Akin bilêv kir ku ew ji ber kurd in, bi salan e rastî zext û îşkenceyan tên û diyar kir ku ew ê heya aştî were têbikoşin.     WAN   Li Wanê Nobeta Edaletê ya TUAY-DER a Wanê daye destpêkirin, di roja 16’emîn de berdewam kir. Endamên Meclisa Ciwana a DEM Partiyê û rêveberên Rêxistinên navçeyên Payîzava û Artemêtan çûn serdana çalakgerên nobetê.    Di çalakiya nobetê de gelek caran  dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” hate berzkirin.    ‘TECRÎD ASTENGIYA AŞTIYA CIVAKÎ YE’   Di serdanê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci yê şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin axivî. Avci destnîşan kir ku tecrîd li pêşiya aştiya civakî astengî ye û got: “Ji me re dibêjin ku ‘Hûn çima hember li tecrîdê derdikevin?’ Ji ber tecrîd li pêşiya aştiya civakî astengî ye. Dema pêvajoya hevdîtin dihatin kirin de yek dilopek xwînê nerijiya. Kengî ku pirsgirêka kurd çareser bû, birez Ocalan azad bû dê wê çaxê aştî û demokrasî ava bibe.”    Niha tecrîd belavî her derekê bûye. Hemberderketina tecrîdê hemberderketina şer û rijandina xwînê ye. Di girtîgehan de têkoşînek cidî tê meşandin. Sedan, hezaran hevalên me li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Divê îro milyonan kes bibin hevparê vê têkoşînê.    AMED   Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê hatiye destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam dike. Gelek kes çûn serdana Nobeta Edalatê ya li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Rezan tê domandin.    Ji kesên çûne serdana çalakiya nobetê Meryem Tûran anî ziman ku daxwaza wan, rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên ketine grevên birçîbûnê ye û got: “Em aştiyeke birûmet û yekitiya gelan dixwazin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin.”    Kesên tev li çalakiyê bûne, piranî dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin û klam gotin.