WHO: Varyanta nû ya Covîdê belav dibe 2023-12-21 13:25:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê da zanîn ku varyanta Covîdê ya nû JN.1 li gelek welatan hatiye tespîtkirin û pir zû belav dibe.    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber ku varyanta Koronavîrûs (Covîd-19) li gelek welatan hatiye tespîtkirin û bi lez belav dibe, xist kategoriya “Varyanta divê li dijî wê hişyarî hebe.” Hat zanîn ku varyanta JN.1 herî zêde li Hindistan, Çîn û DYA’yê hatiye tespîtkirin.    Li gorî Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a DYA’yê (CDC), varyanta JN.1 varyanta herî zêde belav dibe ye û ji sedî 15-29’ê enfeksiyonan ji vê varyantê pêk tên.    Ajansa Ewlekariya Tenduristiyê ya Ingilistanê jî got ku ji sedî 7’ê bûyerên Covîdê ji ber varyanta JN.1’ê diqewimin.    WHO li dijî vê varyantê van pêşniyaran dike:    * Divê li deverên qelebalix û girtî mask were bikaranîn.    * Dema hûn dikuxin an jî dipunijin devê xwe bigirin.    * Destên xwe bi rêk û pêk bişon.    * Heke hûn di kategoriya birîsk de bin, derziyêcovîd û grîbê bibin.    * Heke nîşaneyên Covîdê hebin, testa xwe bikin.