‘Em êrişên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nakin’ 2023-12-21 13:59:52 ÊLIH - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Gelan a Êlihê bertek nîşanî hedefgirtina Şêx Seîd da û diyar kir ku ew ê li dijî êrişên bi armanca ranta siyasî tên kirin bisekinin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî êrişên li dijî yek ji pêşengên gelê kurd Şêx Seîd li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest û zimanê xwe yên qirêj ji nirxên me vekişînin” hate vekirin û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Baroya Êlihê û pêkhateyên platformê tev li daxuyaniyê bûn.    Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Ramazan Bîlmez di daxuyaniyê de axivî û got ku Şêx Seîd û rêhevalên xwe têkoşîna maf dan û ew ê êrişên şoven ên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nekin.    Bîlmez, anî ziman ku Şêx Seîd û rêhevalên xwe mîna Seyîd Riza û Nûrî Dêrsimî nirxên girîng ên gelê kurd in û wiha domand: “Ji ber ku navê wî li bûlwarekê hate kirin, li dijî Şêx Seîd û rêhevalên wî êrişên nîjadperest-şoven hatin destpêkirin. Em van êriş û daxuyaniyên nerast qebûl nakin.”    POLÎTÎKAYA TUNEKIRIN Û ÎNKARÊ    Bîlmez, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber polîtîkaya tunekirin, înkar û pişaftinê, pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê nayên çareserkirin. Em careke din bi hev re pêvajoyeke ku şer hatiye dijwarkirin, polîtîkayên tundiyê di her qada jiyanê de belav bûne, demokrasî, hiqûq, mafên herî bingehîn û azadî ji holê hatine rakirin dijîn. Em ê xwedî li nirxên gelê kurd derkevin ku li vê erdnîgariya her tim şer lê didome ji bo aştî, wekhevî, edalet, azadî, demokrasî û çareserkirina pirsgirêka kurd têkoşiyan. Em, êrişên nîjadperest-şoven ên li dijî Şêx Seîd û rêhevalên wî qebûl nakin.”