Meteorolojiyê ji ber barîna zêde 11 bajar hişyar kir 2023-12-21 14:00:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da zanîn ku dê sibe ji serê sibehê ve li 11 bajarên Kurdistanê baraneke zêde û berf bibare.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da zanîn ku sibe dê li Semsûr, Çêwlig, Mûş, Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Bedlîs, Colemerg, Wan û Şirnexê baraneke zêde û berf bibare. Midûriyetê li dijî lehî, aşût, cemed û bagerê hişyarî da.