Li Girtîgeha Menemenê cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn 2023-12-21 16:02:19   ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê ji bo 10 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn. Xizmên girtiyan dê li dijî biryarê îtîraz bikin.    Di dema hevdîtina 13’ê kanûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê de di navbera malbat û gardiyanan de nîqaş derket. Li ser vê yekê hevdîtin di nîviyê de hate birîn û malbat hatibûn derxistin. Xizmên girtiyan duh dîsa çûn hevdîtinê lê hîn bûn ku cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 10 mehan li girtiyan hatiye birîn.    QEDEXEYA HEVDÎTINÊ    Ji malbatên girtiyan re hate gotin ku piştî nîqaşa di 13’ê kanûnê de, Midûriyeta Girtîgeha Tîpa T a Menemenê girtek girtiye û Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê jî biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 10 mehan da ye û ev biryar ji malbatan re hate ragihandin.    Di teblîxatê de ji bo sedema cezayê hatiye dayîn îdiaya “pergal û ewlehiya girtîgehê hatiye xerakirin” hate kirin û hat destnîşankirin ku malbat dikarin di nava 15 rojan de li Dadgeriya Înfazê ya Karşiyakayê îtîraz bikin.    Navên girtiyên ku biryara qedexeya hevdîtinê ji bo wan hatiye dayîn ev in: Ramazan Işikli, Harun Yakaç, Ferhan Mordenîz, Mûstafa Yalçin, Emre Yalçin, Ugur Yildiz û Talîp Yakişir.   DI 13’Ê KANÛNÊ DE ÇI BÛ?    Selma Altan ku di 13’ê kanûnê de çûbû serdana girtî Ferhan Mordenîz û Talîp Yakişir, wiha qala bûyerê kir: “Di serdana me ya dawî de gelek gardiyan li wir bûn. Hejmara ziyaretvanan herî zêde 10 bû. Em pir bi rehetî rûniştin. Gardiyaneke bi navê Çagdaş qêriya û got; ‘hûn dê wisa rûnenin dê wiha rûnin.’ Lê em pir bi rehetî pêşberî hev rûniştibûn. Dema qêriyayî me jî ew hişyar kir. Lê vî gardiyanî bangî gelek gardiyanên din kir û nêzî 20 gardiyan ketin hundir û em derxistin. Li ser vê yekê midûrê girtîgehê hat û got; ‘Derkevin derve ez ê li dîmenan binêrim.’ Me jê re got ku gardiyan provokasyonan dike. Malbat bifikar bûn lewma em ji pêşiya girtîgehê neçûn. Piştre jî midûr ji me re got; ‘Hevdîtin qediya, herin malên xwe.’ Girtiyên li girtîgehê li malbatên xwe geriyan û gotin ku rewşa wan baş e û nehatine derbkirin. Lê dema vê hefteyê çûm wê derê, gotin ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 10 mehan hatiye dayîn.”    DÊ ÎTÎRAZ BÊ KIRIN   Altan, got ku rêveberiya girtîgehê bi zanebûn provakasyon kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku li girtîgehê greva birçîbûnê heye, dixwazin têkiliya me ya bi girtiyan re qut bikin. Jixwe li girtîgehan tecrîd û binpêkirinên mafan hene. Heke ev rewş wiha bidome, dê xetereyeke mezin li ser mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyan çêbike. Ji bo ku bûyerên zerabtir neqewimin, divê rêveberiya girtîgehê dev ji van helwestên provakatîf berde. Em ê li dijî vê îtîraz bikin. Em vê helwesta derqanûnî û derhiqûqî ya rêveberiya girtîgehê şermezar dikin.”