Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir 2023-12-22 09:08:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser qetilkirina endama Konseya KCK'ê Evîn Goyî re salek derbas bû. Birayê Goyî, Îsmaîl Kara diyar kir ku tevlibûna jinan a li nava PKK'ê li ser civakê bandoreke mezin kir û got: "Evîn jî yek ji wan jinan bû. Ji ber wê bi taybetî hat hilbijartin û qetilkirin."    Evîn Goyî, di sala 1974'an de li bajarokê Hîlal ê navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayik dibe. Evîn Goyî ku di nav malbateke welatparêz û civakeke baviksalarî de mezin dibe, di temenekî biçûk de hestên kurdewariyê li wê peyda dibin. Di van heyaman de ku zordariya dewletê bi awayekî dijwar xwe dida der, bi avabûna Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re, li bajarokê Hîlalê jin jî di nav de bi giştî 90 kes tev li nav refên PKK'ê dibin. Goyî heta dibistana seretayî dixwîne. Goyî, ji pêngava 15'ê Tebaxê ku bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) hatibû lidarxistin, wekî her ciwaneke kurd ji bandirê digire. Di temenekî ciwan de ku dibe şahid ku dewleta tirk çawa gundan dişewitîne û îşkence li gelê kurd dike. Ev yek kir ku ew ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe. Goyî di sala 1988'an de tev li nav refên PKK'ê dibe. Di sala 1992'yan de li Heftanînê konferansek çêdibe û tevgera jinan tê avakirin. Goyî di avakirina vê de pêşengtiyê dike û roleke girîng dilîze. Evîn Goyî ku li qada Başûr û Bakur jî xebatên girîng dide meşandin, li Rojavayê jî li dijî DAIŞ'ê bi tekoşîneke bêhempa li ber xwe dide. Di pêvçûnekê de birîndar dibe û ji bo dermankirinê berê xwe dide Ewropayê.    Dema ku kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê bi boneya 10’emîn salvegera Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileyê de hatin qetilkirin, amadekariya çalakiyeke berfireh dikin, rastî komkujiyekê tên. Di 23’yê Kanûnê de li Navenda Çanda Kurd êrişeke çêkdarî pêk tê. Êrişkarê bi navê William M. (69) 3 kurd dikuje û 3'yan jî birîndar dike. Di vê êrişê de endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara) ku yek ji pêşengên tevgera jinên kurd e û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer kir, hunermendê Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêz Abdurrahman Kizil tên qetilkirin. Salek bi ser vê qetilkirinê re derbas bû lê hê jî heta niha bûyer nehatiye ronîkirin.    Îsmaîl Kara, birayê Evîn Goyî, behsa xwişka xwe kir.    'DEMA KU BEHSA WAN DIHAT KIRIN ME BÊTIR MEREQ DIKIRIN'   Kara, anî ziman ku di serdema ku zextên dewletê herî zêde bûne de bi PKK'ê re hişmendiya welatparêziyê pêş ketiye û wiha axivî: "Em ji bajarokê gundê Hîlal ê Qilêbanê ne. Heta salên 1960'î hakimiyeta dewletê li herêmê nebû. Ji ber wê ji aliyê dewletê ve zêde pêşketinek nebû. Ji ber wê jî ji aliyê pişavtinê ve helandineke zêde çênebûbû. Wekî her malbateke kurd ev hestên me nehatibûn tunekirin. Ji ber wê hezkirina kurdatiyê her tim hebû. Bingeha kurdewarî her tim hebû. Beriya ku PKK derkeve hin rêxistin hebûn. Ji ber wê jî ev bû sedem ku kurdewarî nemire. Piştî ku tevgera azadiyê derket ji gundê me Hîlalê 86 kes tev li nava PKK'ê bûn. Heta ku ev hejmar gihaşte 90'î. Di gund de du jin tevlî partiyê bûbûn. Evîn jî tev li rêxistinê bû. Zarokatiya wê pir cuda bû. Hin taybetmendiyên wê hebûn. Her tim xwe dida hezkirin. Ev hêza wê hebû. Miroveke pir rêzdar û bi hurmet bû. Ev tişt ji zarokatiya wê dest pê kiribû. Dema ku PKK ket herêma Botanê hezkirin û girêdayin roj bi roj zêde bû. Me roj bi roj dizanî ku Apocî kî ne û dikarin çi bikin, armanca wan çi ye? Di warê fikrî de zanebûneke wisa nebû, lêbelê dema ku behsa PKK'ê dihat kirin, behsa sekna wan, hezkirina wan û welatparêziya wan dihat kirin, girêdayina mirov a ji bo tevgerê zêdetir dibû. Ev dibû sedem ku hezkirinek di mirov de çêbibe. Heta guhdarkirina qasetekî jî ev hezkirin zêdetir dikir."   'TEVLIBÛNA HEVALÊN JIN BANDOREKE MEZIN KIR'   Îsmaîl Kara da zanîn ku li gel avabûna PKK'ê ji gundê wan herî zêde jin tev li nava refên PKK'ê bûne û got ku vê yekê bandoreke mezin li ser civakê kiriye. Kata wiha domand: "Piştî ku li gund tevlîbûn çêbû mereqa ji bo tevgerê hê mezintir bû. Ji ber wê jî dema ku beriya salên 90'î jin tev li nava rêxistinê bibin, hemûyan navên Çiçek, Beritan û Berivan rakirin. Van hevalên jin jî bandoreke mezin li derdorê kirin. Di heman demê de bûn sedem ku malbat û gelê herêmê tevgerê nas bike. Bi vê sayê têkiliya gel û ya tevgerê çêbû. Ji ber wê jî dema ku Evîn tev lê bû zextên dijmin ê li ser malbatê jî zêde bûn. Ji ber ku di salên 90'de ez bi xwe jî 4-5 caran hatim girtin û ez bi xwe jî di îşkenceyên giran re derbas bûm. Lêbelê van êrişan niakribûn paş de gav bi me bidin avêtin û girêdayina me ya bi tevgerê re xurtir kir. Piştre ji me re bû mereq. Di wan demên ku Evîn tev lê bû hişmendiya feodal gelek serdest bû. Digotin, 'jinek dê çawa li hemberî dewletê şer bike, ew ê çawa karibe bibe Apocî' gumanên civakê yên bi vî rengî hebûn. Di hêla hişmendiyê de zanebûnek nebû. Lê Evîn û Berîvanan vê hişmendiyê şikandin."   'DI AVAKIRINA TEVGERA JIN DE XWEDÎ MÎSYON BÛ'   Kara, da zanîn ku Evîn Goyî bi sekna xwe ya şoreşgerî di avakirina tevgera jin a kurd de jî pêşengtî kiriye û wiha behsa wê pêvajoyê kir: "Piştî ku şerê xiyanetê di sala 1992'yan de çêbû ji başûr hatin herêma Qilêbanê. Wê demê me Evînö pir mereq dikir û me dixwest ku em wê bibînin. Piştre em çûn cem wê û me ew dît. Ji sala 1992'yan heta 1995'an li herêma Botanê bû. Evînê li herêma Botanê xebat dikir. Wekî jineke kurd di nava gerîlayan de cihgirtina wê balkêş bû. Piştî ku di nava gerilayan de cihê xwe girt, hem ji aliyê sekn û hem jî ji aliyê hişmendiyê ve guhertineke mezin di Evînê de çêbûbû. Her aliyê wê yê baş ji me re dihat vegotin. Dema ku konferansa 1994'an li Heftanînê çêdibe Evîn jî cihê xwe tê de digire. Di wê konferansê de tevgera jin hat avakirin. Ew bi xwe jî endameke wê bû. Di avakirina tevgera jinan de pêşengtî kir. Çimkî di salên 1993'yan de li herêma Botanê yekeyên jinan ê xweser hebûn. Evîn bi xwe jî wê demê berpirsyara tevgera jinê bû. Rol û mîsyona wê ya di avakirina tevgera jinê de pir e. Wê demê pêşengeke tevgera jinê bû. Evîn di asteke herî pêş de bû. Hem di aliyê rêxistinkirinê de û hem jî di aliyê hişmendiyê de pir têr û tije bû. Evîn xwedî sekn bû û ji ber wê jî aliyê wê yê civakî gelek pêş bû. Ji ber wê jî demeke dirêj li qada başûr xebitî. Di milê rêxistinkirinê de di nava gel de hêza wê ya qanehkirinê pir hebû. Di wî aliyî de sekneke wê ya cuda hebû."   'HIKÛMETA FRANSA NIRXÊN XWE YÊN HIQÛQÎ BINPÊ DIKE'   Kara got ku hikûmeta Fransayê bi zelalnekirina bûyerê nirxên hiqûqî binpê dike û wiha got: "Heke bê lêkolînkirin paytexta Franseyê ya komkujiyan heye. Kuştineke wan bi vî rengî heye. Pêşiyê heval Sarayan, piştre heval Evîn û ew hatin qetilkirin. Ji ber paytexta Fransayê navê xwe di dîrokê de bi qetilkirina kesayetên kurd dinivîsine. Parîs bûye paytexta komkujiyan. Ji ber wê jî pergala me û pergala kapîtalîzmê gelek ji hev cuda ne. Pergala kapîtalîst naxwaze ku pergaleke alternatîf bikeve pêşiya wan. Kesek li ku derê be heke endamê vê tevgerê be ew ê her tim di hedefa wan de be. Ew çeteyên DAIŞ'ê yê ku bûne belaya serê dinyayê Evînê bi salan li dijî wan şer kir û li Rojavayê birîndar bû û ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê bû. Şehîdxistina wan ji bo hikûmeta Fransayê re şermeke pir mezin e. Ji bo dewleteke wekî Fransayê ku dibêje em biedelat in û medeniyeta me heye, komployeke bi vî rengî şermeke mezin e. Di ser qetilkirina wan re salek derbas bû, lê ji bo ronîkirina bûyerê tu guhertin û pêşketin çênebûne. Ev jî şermeke mezin e. Daxwaza me ew e ku vê bûyerê ronî bikin da ku mirov bibêje ku dewleta Fransayê ji bo ronîkirinê di nav hewldanê de ye."