Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine 2023-12-22 10:15:01   MÊRDÎN - Şaredariya Kerboranê ya di bin rêveberiya AKP'ê de, piştî 82 neguhêzbaran îcar jî 48 neguhêzbarên din da ber firotinê.    Şaredariya Kerboranê ya di bin rêveberiya AKP’ê de, beriya niha 82 neguhêzbar dabû ber firotinê. Şaredariyê biryar da ku 48 neguhêzbarên din jî bifiroşe. Li navçeya Kerboranê, di demên dawî de bi veguhestina bi hezaran hilbijêrên leşker û polîs a li navçeyê di rojevê de bû. Firotina neguhêzbarên şaredariyê ya beriya hilbijartina 31’ê adara 2024’an bal kişand. Hin neguhêzbar ji ber cara din nehatibûn firotin, vê carê jî ketin lîsteya neguhêzbarên tên firotinê. 47 neguhêzbarên şaredariyê yên li gundê Şibebiyê û yek jî li Taxa Bahçebaşiyê ye.     Ji bo neguhêzbarên dane ber firotinê, dê di 3’yê çileya 2024’an de îhale bê kirin û bihayê neguhêzbaran wek texmînî 60 milyon lîre hate diyarkirin.    Di nava 48 neguhêzbaran de, hinek neguhezbar di nava gundê Şibebiyê de cih digirin û ji ber cara din nehatibûn firotin, careke din ketin nav lîsteya firotinê. Şêniyên herêmê beriya niha li dijî firotina neguhêzbaran nerazîbûnên xwe nîşan dabûn.    GUNDIYAN ÎTÎRAZ KIRIBÛN    Gundiyan beriya niha li dijî firotina 82 neguhêzbaran li pêşiya şaredariyê daxuyanî dabûn û anîbûn ziman ku zeviyên tên firton aîdî 5 gundan in. Gundiyan destnîşan kirin ku zeviyên behsa xeberê bi sedan sala ye ji hêla wan ve tên çandin, di plana parselkirina nû ya şaredariyê de wek zeviyên şaredariyê hatine parselkirin.