Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin 2023-12-22 10:36:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Dîwana Serokatiya YNK’ê Latîf Nêrweyî dyar kir ku di hilbijartinên encûmaniya parêzgehan de li Kerkûkê serkeftineke mezin bi dest xistine û wiha got: “Xelkê Kerkûkê di nava 7 salan de gelek êş ji bêhiqûqtî û aloziya rêveberiya zordest kişand. Em ê rewşeka aştiyane û hizûrê ava bikin.”    Hilbijartinên encûmaniya parêzgehan ku li 13 wîlayetên Iraqê û Kerkûk û Mûsilê hatin lidarxistin hêj jî di rojevê de ne. Di şertên asayî de hewceye her 4 salan carekê hilbijartin were kirin lê ji ber êrişên DAIŞ’ê, ji sala 2013’an heta niha ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û bêîstîqrariya siyasî hilbijartin nehatin kirin. Piştî 10 salan, cara ewil hilbijartin hatin lidarxistin. Li herêmê 15 milyon û 108 hezar û 135 hilbijêr hebûn û ji van 6 milyon û 599 hezar û 668 kes di 16 û 18’ê kanûnê de çûn ser sindoqan.    Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê da zanîn ku rêjeya tevlibûna hilbijartinan ji sedî 41 e. Sindoqên hilbijartina taybet a di 16’ê kanûnê de duh hatin vekirin. Di hilbijartinê de yek ji cihên herî girîng Kerkûk bû û li gorî encamên hilbijartinê; lîsteya “Kerkûk hêz û îradeya me ye” ku bi pêşengtiya Yekitiya Niştamî Kurdistan (YNK) hatiye avakirin 139 hezar deng wergirt û bû partiya yekemîn. YNK’ê li Kerkûkê 5 kursî bi dest xist û di hilbijartinên Mûsilê de 2 û di ya Diyalayê de jî 1 bi dest xist.    Endamê Dîwana Serokatiya YNK’ê Latîf Nêrweyî têkildarî encamên hilbijartinê û serkeftina li Kerkûkê ji ajansa me re axivî.    TENÊ PARTIYEK TEV LI TIFAQÊ BÛ   Nêrweyî, da zanîn ku hilbijartin li 13 wîlayetên Iraqê û li Mûsil, Kerkûk, Selahadîn, Diyala, Mexmûr, Şengal û deverên din ên girîng ku gelemperiya wan kurd in lê ne girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê ne hatine lidarxistin. Nêrweyî, wiha domand: “Beriya hilbijartinê YNK’ê bang lil hemû partiyên siyasî yên kurdistanî kir. Ji bo ku di hilbijartinên encûmaniya parêzgehan de hejmara kursiyên kurdan zêde bin, me pêşniyar kir ku bi tifaqî bikevin hilbijartinan. Lê belê tenê Partiya Komunist a Kurdistanê bersiva erênî da.”    JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ GIRÎNG E   Bi domdarî Nêrweyî diyar kir ku Partiya Komunist a Kurdistanê di hilbijartinê de hezar û 700 deng standiye û wiha pê de çû: “Ji bo me ev deng girîng in. Ji ber hewldana wan a ji bo yekitiya neteweyî, em wan pîroz dikin. Heke partiyên kurd bi hev biketina hilbijartinê, dê me 9 kursî bi dest bixista. Lê me li Kerkûkê 5 kursî bi dest xistin. Kursiyek jî nediyar e. Ji ber ku hêj temamiya sindoqên di hilbijartina taybet de hêj nehatine vekirin ku leşkeran deng dane. Ji 205 sindoqên heta niha hatine vekirin de me 11 hezar deng standin. Ji van dengan 6 hezar deng ji bo Kerkûkê, 3 hezar û 303 ji bo Mûsilê û yên din jî ji bo wîlayetên Selahadîn û Diyalayê çûn.”    Nêrweyî, encama li Kerkûkê weke “serkeftineke mezin” nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku bi vê serkeftinê em dikarin gelek pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber ku weke YNK’ê plan û stratejiya me, danûstandin û hevdîtinên aştiyane yên bi derdorên din re ye. Em di navbera tu ol, mezheb û hwd. de cihêkariyê nakin. Em dixwazin bi hev re li herêmê xizmetê bikin.”    ‘XELKÊ KERKÛKÊ GELEK ÊŞ KIŞANDIN’   Nêrweyî, diyar kir ku herî zêde wan kursî bi dest xistine lewma dê dest bi hevdîtinên bi partiyên din ên siyasî re bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê bi partiyên din ên siyasî re hevdîtinan bikin û îdareya nû diyar bikin. Xelkê Kerkûkê, ev 7 sal in ji ber bêhiqûqtî û aloziya rêveberiya zordest êşê dikişîne. Em ê rewşeke aştiyane û hizûrê ava bikin.”    MA / Omer Akin