Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin 2023-12-22 10:56:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Şaxa Yeşîlayê ya Kîlîsê Ahmet Zorlû ku di wesayîta wî de tevî teraziya hesas, 800 gram hişbir hatibû dîtin, hate girtin. Zorlû, şêwirmendiya Parlamenterê AKP’ê yê berê Reşît Polat kiribû.    Di wesayîta Serokê Şaxa Yeşîlayê ya Kîlîsê Ahmet Zorlû de 800 gram hişbir û teraziya hesas hat bidestxistin.    Dema konvoya Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Erkan Kandemîr ji kîlîsê derbasî Rihayê dibû, wesayîteke di nava konvoyê de qeza kir. Di wesayîta qeza kirî de hişbir hate dîtin. Hat tespîtkirin ku wesayîta qeza kiriye ya Serokê Şaxa Yeşîlayê ya Kîlîsê Ahmet Zorlû ye.    Li gorî nûçeya rojnameya Sozcuyê; Serokê Giştî yê AKP’ê Erkan Kandemîr heftayek berê hate Kîlîsê û bi teşkilata herêmê re civîn li dar xist. Kandemîr, piştî ziyareta Kîlîsê bi konvoyê derbasî Rihayê bû. Wesayîta Serokê Şaxa Yeşîlayê ya Kîlîsê Ahmet Zorlû di rê de qeza kir. Piştî qezayê, wesayit ji bo temîrkirinê teslîmî hosteyekî li Dîlokê hate kirin. Çawa ku di wesayîtê de hişbir hate dîtin, îxbar hate kirin. Cendirmeyan dest danî ser 800 gramên hişbirê, teraziya hesas û telofona bitûş.    Ahmet Zorlû li Kîlîsê hate dîtin û dozgeriya Dîlokê ji bo îfadeyê bang lê kir. Zorlû, di îfadeya xwe de sûcê xwe înkar kir û ev îdia kir: "Agahiya min tune ye, wesayît kirêkirî ye." Zorlû, piştî karûbarên îfadeyê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê biryara girtina Zorlû da.     Zorlû, beriya niha şêwirmendiya Parlamenterê AKP'ê yê Kîlîsê yê berê Reşît Polat kiribû. Zorlû, di sala 2019’an de di nava xwendevanên dibistan û dibistanan amadehiyê de pêşbirka “Li dijî girêdana cigare, ereq û hişbirê” li dar xistibû û plaket dabû xwendevanên di pêşbirkê de bi ser ketibûn.    ‘HEVALEKÊ ME YÊ AKP’Î’   Parlamenterê AKP'ê yê berê Reşît Polat jî Zorlû wiha parast: “Ev der bajareke biçûk e, her kes hevdû nas dike. Ahmet Zorlû jî hevaleke me yê AKP’î ye. Keseke perwerdekar e, ez jî bawer nakim, bi qasî ku ez nas dikim ne kesekî ku vî tiştê bike ye. Li gorî min dibe ku xeletiyek hebe."