Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn 2023-12-22 13:33:23 AMED - Ji bo bîrên lêgerînê yên petrolê hin cihên li Amed, Sêrt û Êlihê hatin îstîmlaqkirin.  Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenê ya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ji bo lêgerîna petrolê gelek cihên li Amed, Sêrt û Êlihê îstîmlaqkirin. Biryar di hejmara Rojnameya Fermî ya îro de hate weşandin.    LI SÊRT Û AMED 2 CIH HATIN ÎSTÎMLAQKIRIN    Li ser daxwaza Hevkariya Şîrketên Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) 5 hezar 867,815 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 35 a li gundê Aynikê û 9 hezar û 972,03 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 7 a girava 150 ya li gundê Beraa yên navçeya Misirca Sêrtê hatin îstîmlaqkirin.    7 hezar û 251,731 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 2 a girava 619 (parsela 4 a girava 195 a nû) ku li gundê Tercil ê navçeya Hezroyê ya Amedê ye û qismê 590,673 m² (îrtîfak) û 32.00 m² (milkiyet) yê parsela bi hejmara 2’yan a girava 339 a Taxa Yenîşehîr a navçeya Karazê û qismê 1.849.805 m² (îrtîfak) jî di nav de ji bo çêkirina bîrên petrolê hatin îstîmlaqkirin.    Wezaretê ji biryara îstîmlaqkirinê ya fiqraya duyemîn a xala 10’emîn a Qanûna Petrolên Tirkan a bi hejmara 6491 a “berjewendiya cemaweriyê” re “Li ser daxwazê ji aliyê wezaretê ve tê dayîn. Kirarî di çarçoveya hukmên Qanûna Cemaweriyê ya bi hejmara 2942 ya bi dîroka 4’ê mijdara 1983 tên kirin. Li gorî hukmên xala 27’emîn ên heman qanûnê dikare bi awayekî lezgîn were îstîmlaqkirin. Mulkiyeta erdê hatiye îstîmlaqkirin aydê Xezîneyê ye, mafê bikaranînê aydê xwediyê ku heqê petrolê dabe ye. Di çarçoveya lîsansa lêgerîn û xebitandinê de mafên bikaranînê yên di çarçoveya vê xalê de hatine bidestxistin, ji bo dema lîsansê dewam dikin. Eger rûhsata lêgerîn û xebitandinê bê betalkirin, wê heqê îstîmlaqkirinê neyê vegerandin” weke hincet nîşan da.    TPAO’YÊ JI BO 11 CIHAN DAXWAZA ÎSTÎMLAQKIRINÊ DA ÎLANÊ    Dîsa di rojnameya fermî de Midûriyeta Giştî ya TPAO’yê ji bo 18 hezar 548,01 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 15 a girava 123 girav ya di nav sînorên gundê Petixi yê navçeya Hezo yê di navbera Êlih û Sêrtê de, 297,74 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 9 a girava 119 ya di nav sînorên gundê Xençerlî yê Erxeniyê de û qismê 1.110,14 m² (îrtîfaq), 1.503,48 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 2’yan a girava 126, 9.246.79 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 3 a girava 126’an û 345,56 m²’lik (îrtîfaq), 289.01 m² (milkiyet) parsela bi nimreya 4’an a girava 126, 307,98 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 5’an a girava 126, 279.63 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 6’an a girava 126’an, 252.61 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 7’an a girava 126’an, 195.66 m² (milkiyet) parsela bi hejmara 8’an a girava 126’an, 575.49 m² (îrtîfaq) parsela bi hejmara 8’an a girava 126’an û 2.555,07 m² (îrtîfaq) parsela bi hejmara 1’an a girava 128’an ji bo biryara îstîmlaqkirinê ya li gorî xala 10’emîn a Qanûna Petrola Tirk a bi hejmara 6491’an serlêdana îlanê jî cih girt.