Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin 2023-12-22 14:14:11   AMED - Di erdhejê de 38 welatî di Apartmana Dundar a li Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn. Di dozê de ji bo her mitehitekî 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hate xwestin.    Di erdhejên navenda wan Mereşê de Apartmana Dundar a li Taxa Şehîtşamîl a navçeya Rezan a Amedê jî hilweşiya û 38 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Derheqê bûyerê de li mitehit Îlhamî Dundar û Sercan Erbey doz hatibû vekirin. Mitehit, bi sûcên “Bi qisûra xwe bûne sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” girtî tên darizandin û ji bo her yekî 22 sal û 6 meh cezayê hefsê dihat xwestin. Danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidaxistin. Dundar û Erbey bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Bersûcê negirtî tê darizandin Seydo Bozkaya û gilîker jî di danişînê de amade bûn.    MITEHITAN HEVDU SÛCDAR KIRIN   Mitehitê ewil ê avahî Sercan Erbey di parastina xwe de got ku piştî qata 4’emîn a avahî îflas kiriye û lewma avahî dewr kiriye. Erbey, îdia kir ku di qatên çêkirî de tu qisûr nehatine dîtin û mitehit Îlhamî Dundar sûcdar kir. Îlhamî Dundar jî îdia kir ku dema bîna dewrgirtî, înşaeta derve xelas bûbû û wî tenê qata 10’emîn û karên din ên hundir çêkirine.    Seydo Bozkaya jî îdia kir ku di çêkirina avahî de tu eleqeya wî nîne û li beramberî mal û kargehê wî erdê xwe daye û mitehitê avahî yê ewil piştî çêkirina çendek qatan avahî dewr kiriye. Bozkaya, got ku nayê bîra wî bê ka piştî çend qatan hatiye dewrkirin.    Gilîkeran jî di îfadeyên xwe de xwestin tevahiya bersûcan bên cezakirin.    Parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku ji ber hilweşînê divê tenê miwekîlên wan neyên sûcdarkirin, qisûra hemû saziyên venêrînê jî tê de heye û daxwaza tehliye û beraeta miwekîlên xwe kirin.    DOZGER BI DAXWAZA CEZA MUTALAA DA    Piştî parastin û îfadeyên şahidan, dozgeriyê mutalaaya xwe da dadgehê. Di mutalaayê de dozger xwest ku cuda cuda li Erbey û Dundar ji ber sûcê “Bi qisûra xwe bûne sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” ceza were dayîn. Dozger, beraeta Seydo Bozkaya kir û xwest rewşa girtî ya bersûcan bidome.    BIRYARA DOMANDINA REWŞA GIRTΠ   Dadgehê ji bo parastinê heta rûniştineke din dem da parêzerên bersûcan, biryara domandina rewşa girtî ya bersûcan da û danişîn taloqî 13’ê adarê kir.