Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin 2023-12-22 16:05:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê yên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatina destpêkirin didomin. Kesên beşdarî nobetê bûn banga mezinkirina berxwedanê kirin.  Nobetên Edaletê yên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatine destpêkirin, li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn û Stenbolê berdewam kirin. Welatî û nûnerên saziyan ên serdana nobetan kirin peyama “Heke daxwaz neyên qebûlkirin dê têkoşîn bidome” dan.    WAN      Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya TUAY-DER a Wanê de li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam kir. Jinên şêniyên Taxa Xaçortê serdana Nobeta Edaletê kirin. Di çalakiya ku tevahiya rojê serdan dom kirin de ji bo rakirina tecrîdê banga yekitiyê û mezinkirina têkoşînê hate kirin. Behîce Bor a di serdanê de axivî, bertek nîşanî pergala tecrîdê ya di kesayeta Abdullah Ocalan de hatiye pêşxistin da û wiha got: “Em kesên çalakî dane destpêkirin silav dikin. Divê hemû dayik û malbat li dijî vê berxwedanê rabin ser piyan. Li dijî berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin divê herkes bi hestiyar be û piştgiriyê bide.”   Jinên tev li nobetê bûn her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    AMED      Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 19’emîn de berdewam dike. Li eywanê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Hevserokên MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya û Kerem Canpolat û rêveberên wê, Hevserokê OHD’a Amedê Riza Polat û gelek welatiyan nobeta ku çalakgeran pêşmalkên spî yên li ser “tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin ziyaret kirin.    Hevserokê OHD’a Amedê Riza Polat ê di serdanê de axivî, wiha got: “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke civakî ye di heman demê de pirsgirêkeke sed salî ye. Ev barê giran di sala 2018’an û 2019’an pişt re jî sala 2021’yan berdewam kir. Daxwazên girtiyan daxwazên mafdar in û ji ber vê yekê dengên xwe bilind dikin.”   Nobeta Edaletê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û bi klaman berdewam kir.     MÊRSÎN      Çalakiya Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) daye destpêkirin, di roja 19’emîn de berdewam kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen ê di nobetê de axivî wiha got: “Rêya aştiya gelên Tirkiyeyê di rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qebûlkirina daxwazên girtiyên siyasî re derbas dibe. Ji bo ku ev daxwaz were qebûlkirin dê têkoşîna me berdewam bike.”   EDENE     Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) di roja 19’emîn de berdewam dike. Pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin û serdanên Nobeta Edaletê berdewam kirin. Beşdarvanên nobetê diyar kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û aştiyê divê deng were derxistin.