Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn 2023-12-23 11:50:44   RIHA - Li Rihayê ji ber barîna baranê û mijê çend wesayît li hev qelibîn û qezaya trafîkê çêbû. Di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.    Li Rihayê ji ber barîna baranê û mija zêde qezaya trafîkê çêbû. Otobûsa rêwiyan a bi pîlaqeya 34 FVK 835 ku li ser rêya Riha-Dîlok diçû, ji ber mija zêde bi TIR’ên bi pîlaqeya 67 AK 846 û 33 DES 29 ku di heman alî de diçûn, qelibî.   Ji ber qezayê otobus û TIR ji rê derketin û wergeriyan. Di qezayê de 16 kesên ku di otobus û TIR’an de bûn birîndar bûn.    Li ser îxbara ajokarên din ên qeza dîtin gelek tîmên polîs, tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîman hewldan birîndaran ji cihê lê asê mabûn derxînin. Yek ji birîndarên ku bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên cuda, tevî hemû mudaxilayan jî jiyana xwe ji dest da. Dermankirina birîndarên din berdewam dike.    Ji ber qezayê rê demekê ji trafîkê re hate girtin û wesayît ketin pey hev. Piştî ku wesayîtên qeza kirin ji hatin rakirin rê dîsa ji hatin û çûnê re hate vekirin. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.