Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan 2023-12-23 15:20:06 ÎZMÎR - ÎHD bal kişand ser rewşa girtiyê ji sedî 68 astengdar Selman Yildiz ê di Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê de tê ragirtin û xwest were berdan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di daxuyaniya çapemeniyê ya 281’emîn a ku 2 hefteyan carekê bale dikişinin ser rewşa girtiyan, li pêşiya Sumerbank a kevn li dar xist. Gelek rêxistinên demokratîk ên civakî, saziyên sivîl ên civakî, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe şîrîk, dimirin” hate vekirin û dirûşma “bila zîndan werin xerakirin, girtî azad bibin” hate berzkirin. Di daxuyaniyê vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ê ji sedî 68 astengdar Salman Yildiz ê di Girtîgeha Tîpa S ya Antayayê de tê ragirtin.    ‘BILA SALMAN YILDIZ WERE BERDAN’   Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku Selman Yildiz nexweşê “sara”yê ye, ji ber serê xwe birîndar kiriye jî, felcê li aliyê wî yê çepê xistiye û got: “Ji sedî 68 rapora astendariyê ya Yildiz heye. Di pêkanîna karûbarên xwe de gelek astengiyan dikişine û her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Yildiz di wesayîta alîkariyê ya şaredariyê de rastî êrişa DAIŞ’ê hatiye û birîndar bûye. Ji ber vê yekê dema di Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê de dihat dermankirin, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Yildiz ji ber ku di girtîgehê de baş nehat dermankirin û baş berê xwe nadanê, salek şûnda hete berdan. Dema ku cezayê wî yê 7 sal û 6 mehan, di sala 2015’an de hate erêkirin dîsa hate girtin.    Aydin bi bîr xist ku dema Yildiz birîndar bûye û di nexweşxaneyên Riha û Êlihê de hatiye dermankirin, derbarê wî de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” hatiye amadekirin. Harwiha Aydin da zanîn ku parêzeran gelek caran daxwazname dane dozgerî, dadgeh û Saziya Tipa Edlî û anî ziman ku her carê daxwazên wan hatine redkirin.    Aydin xwest Salman û hemû girtiyên nexweş ên giran werin berdan.