Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin 2023-12-23 16:26:43 MÛŞ - Biranîna hunermendê kurd Mîr Perwer ê li Parîsê hatiye qetilkirin, ji hêla leşkeran ve hate astengkirin. Leşker malbat û xizmên Perwer derb kirin.    Hunermendê kurd Mîr Perwer li Paytexte Fransa ya Parîsê di encama êrişa çekdarî de hate qetilkirin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelen (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek rêveberê partiyên siyasî xwestin 1’emîn salvegera qetilkirina wî de Perwer li ser gora wî ya li Goristana Ewranê bi bîr bînin. Leşkeran biryara qedexeyê ya walitiyê weke hincet nîşan dan û nehiştin girse derbasî goristanê bibe. Girse bi çalakiya protestoyê vegeriya.    ‘MALBAT Û XIZM HATIN DERBKIRIN’   Her wiha malbat û xizmên Mîr Perwer tevî hemû astengiyan çûn goristanê û li ser gora Perwer ew bi bîr anîn. Ferdên malbatê piştî demekê, ji hêla leşkeran ve bi derbkirinê ji goristanê hatin dûrxisitin.    Têketin û derketina goristanê, ji hêla leşkeran ve hatiye girtin.