Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn 2023-12-24 10:28:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku di pevçûnên li Xakûrkê, Metîna û Zapê gelek leşker hatin kuştin, dewleta tirk careke din bi balafirên şer êrişî binesaziya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.    Şer û pevçûnên li herêm Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Di 22-23’yê kanûnê de pevçûnên dijwar qewimîn. Wezareta Parastinê ragihand ku di pevçûnên 22’yê kanûnê yên li Xakûrkê de 6 leşker hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne. Her wiha ragihand ku di 24’ê kanûnê de jî li Metînayê pevçûn derketiye û 6 leşker hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne.    Mîna her carê, îcar jî piştî pevçûn dijwar bûn bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef hatin girtin. Balafirên şer gelek deverên bajarên Tirbêspiyê û Dêrikê hedef girtin. Di nava cihên hedef hatine girtin de stasyonên petrolê û santralên avê jî hebûn.    GULER DAXUYANÎ DA   Wezîrê Parastinê Yaşar Guler piştî êrişan daxuyanî da û bîlançoya 2 rojan ragihand. Guler, îdia kir ku “qebîliyeta liv û tevgerê” ya rêxistinê hatiye ber asta bidawîbûnê û got: “Operasyon dê bênavber bidomin.” Guler, bi domdarî îdia kir ku di pevçûnan de 25 endamên PKK’ê “hatine bêbandorkirin.”    DAXUYANIYA HPG’Ê: 67 LEŞKER HATIN KUŞTIN    HPG’ê têkildarî pevçûnên 22-23’yê kanûnê de daxuyanî da. Li gorî daxuyaniya ji hêla ANF’ê ve hatiye weşandin; di pevçûnên li Xakûrkê de 27 leşker hatine kuştin û girê ku leşker lê bûn jî ketiye bin kontrola wan. Di heman demê de hat destnîşankirin ku gelek çek û techîzata leşkerî hatiye desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di pevçûnên li Metînayê de jî 9 leşker hatine kuştin.    Di daxuyaniya îro li ser ANF’ê hatiye weşandin de jî têkildarî pevçûnên li Zapê agahî hatin dayîn. Hat gotin ku di pevçûnên li Zapê de 34 leşker hatine kuştin.    Her wiha hat ragihandin ku di pevçûnan de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.