Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor 2023-12-24 11:23:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê Yaşar Guler piştî dijwarbûna pevçûnan çû ser sînor.    Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û şandeya pê re piştî hejmara zêde ya leşkerên di pevçûnên 22-23’yê kanûnê yên li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê yên Herêma Federe ya Kurdistanê zêde bûn, çûn ser sînor.    Li ser hesaba fermî ya wezaretê de hat gotin ku Guler serê sibehê çûye ser xeta sînor û kesên di qedemeya fermandariyê ya artêşê de jî pê re çûne. Balkêş e ku nehat eşkerekirin bê ka Guler çûye kîjan bajarî û bernameya wî çi ye.