Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 2023-12-24 12:01:41   AMED - Bi hezaran ciwanên di kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de hatin cem hev ku bi dirûşma “Vejînek Ciwan” hat lidarxistin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Eywana Dawetan a Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan”  1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, bi tevlibûna bi hezaran ciwanan hat lidarxistin.    Ciwanên tev li kongreyê bûn, bi pankartên vekirîn û dirûşmên berz dikin re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk peyam dan. Ciwanan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan. Her wiha gelek caran li eywanê dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” olan dide.    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, gelek parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li kongreyê bûn.    Kongre, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.