Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe 2023-12-24 14:52:14   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de axivî û wiha got: “Heke ev têkoşîn û berxwedan bi ser keve, dê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikê û ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”    1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Eywana Dawetan a Geterler a navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan” hat lidarxistin. Kongre bi coşa ciwanan didome. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di kongreyê de axivî.    Bayindir, ev tişt anî ziman: “Ruhê vê eywanê 24 salî ye. Di 24 saliya xwe de didome û di 24 saliya xwe de dê bidome. Îktîdara faşîst, ji ciwan û ruhê şoreşger ditirse. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digot; ‘hemû cîhan jî bê dê nekare serî bi ciwanan bide tewandin.’ Ev ruh, ev têkoşîn û berxwedan heke bigihije armanca xwe, dê tecrîd bi pêşengtiya ciwanan bê şikandin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Divê em vî barî nehêlin ser milên girtiyan û bigirin ser milên xwe. Gelo hûn soza vê didin?” Ciwanan jî bi çepik û dirûşman bersiv dan Bayindir.    Bi domdarî Bayindir wiha got: “Hêviya me ew e ku biryarên di vê kongreyê de tên dayîn, bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê ev têkoşîn bi ser keve. Em ji we bibawerin û gelê me ji we bibawer e. Ji we re serkeftinê dixwazim.”