Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî 2023-12-24 16:17:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn, bal kişand ser girîngiya nobetê û wiha gotin: “Heta ku tecrîda li ser girtîgehan bi dawî dibe dê têkoşîna me bidome.    Li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” çalakiya Nobeta Edaletê hatibû destpêkrin. Çalakî, îro jî berdewam kir.    WAN      Nobeta Edaletê ya Wanê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibû destpêkirin û di roja 20’an de berdewam kir. Rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rêya Armûşê îro çûn serdana çalakvanan. Hevserokê DEM Partî ya Rêya Armûşê Ahmet Guler di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em, berxwedana li girtîgehan silav dikin. Di serî de Rêberrê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, em xwedî li berxwedana li girtîgehan derdikevin.”   Ji dayikên girtiyan Medîne Kiyag jî di çalakiyê de ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîda li ser girtîgehan bi dawî dibe dê têkoşîna me bidome. Girtî, di nava şert û mercên giran ên girtîgehan de li dijî tecrîdê têdikoşin. Têkoşîna girtiyan, têkoşîna me ye. Dê piştevaniya me ya bi wan re bidome.”    AMED      Li Amedê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 21’emîn de dom kir. Li cihê çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibû vekirin. Çalakvanan, pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kiribûn. Çalakiya nobetê, bi serdanên rêxistinên civaka sivîl û welatiyan berdewam kir. Di dema serdanan de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Çalakvanan, bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û bang li her kesî kirin ku li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin.    Çalakî, bi stranan berdewam kir.    STENBOL      Bi heman daxwazan, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) jî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilarê Nobetê Edaletê dabû destpêkirin. Çalakî, ji roja 13’ê kanûnê heta niha didome. Li eywana nobetê bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibûn daliqandin. Çalakiya nobetê bi serdanên welatiyan didome.    MÊRSÎN      Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê jî bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatibû destpêkirin û di roja 21’an de didome. Serdanên ji bo çalakiyê didomin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    EDENE    Nobeta Edaletê ya li Edeneyê ku bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatê Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatibû destpêkirin jî di roja 21’emîn de berdewam kir. Li cihê çalakiyê pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibûn daliqandin. Çalakî, bi serdanan berdewam kir.