Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete 2023-12-24 18:38:02   DÊRSIM - DAD’ê 4’emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist. Ji Hevserokatiya Giştî ya DAD’ê re Zeynel Kete û Kadriye Dogan hatin hilbijartin.   Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywana sînema62 ya Dêrsimê kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dêrsimê Ayten Kordû, Berdevka Meclisa Gel û Baweriyan a endama MYK’a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû, endamên partiyên siyasî, sazî û dezgehên li bajêr tev li kongreyê bûn.    Di kongreyê de gulbang hatin xwendin û dua hatin kirin. Zakîr derketin ser dikê û bi sê zimanan lawje û klam gotin. Kadriye Dogan a bibîrxistina dirûşmeya DAD’ê ya “Em ê bi baweriya xwe birêxistin bibin û bi heqîqeta xwe bijîn. Dem bêxwedî, mekan bêriza û mazlûm bêçare nîne” dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Ev sekna me ye ku em vê baweriyê li erdnîgariya Reya Heq a li Dêrsimê zindî bihêlin.”   ‘YA KU KOMARÊ JI ME RE HIŞTIYE PIŞAFTIN E’     Mûsa Kûlû yê salvegera Komkujiya Mereşê bi bîr xist û dest bi axaftina xwe kir jî wiha got: “Ya ku komara sedsalî ji me re hişt mirin, xwîn, înkar û pişaftin e. Kurd, elewî, file, êzîdî, ereb, çerkez û laz ên ji bilî tirk û îslamê li ser van axan dijîn, ji baweriya xwe û zimanê xwe hatin veqetandin. Lê berpirsiyariyeke me ya exlaqî , wijdanî û siyasî heye ku em bê tirs bi ziman , çand û bîra xwe ya dîrokî jiyanê ji nû ve ava bikin.”   Di hilbijartina hate kirin de Zeynel Kete û Kadriye Dogan weke Hevserokên Giştî yên DAD’ê hatin hilbijartin.