Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin 2023-12-25 09:00:13   STENBOL - Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê wergirtin. Di vê pêvajoyê de 487 serlêdanên hevdîtinê an bêbersiv hatin hiştin an jî bi “cezayên dîsiplînê” hatin redkirin.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in di bin tecrîdeke giran de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di heman girtîgehê de tên ragirtin 34 meh in agahî nayê wergirtin. Hezar roj in ji Abdullah Ocalan û girtiyên din agahî nayê wergirtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi awayekî sîstematîk bi hinceta “cezayên dîsiplînê” tên astengkirin.    HEVDÎTINA RÛ BI RÛ YA DAWΠ   Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de karî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Abdullah Ocalan ku ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 caran karî bi malbata xwe re hevdîtinê bike, herî dawî di 3’yê Adara 2020’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir. Ev di heman demê de hevdîtina dawî ya rû bi rû ya bi Abdullah Ocalan re bû.    AXAFTINA TELEFONÊ YA DAWÎ KU HATE QUTKIRIN    Agahiya herî dawî jî di 3’yê adara 2021’an de ji Abdullah Ocalan hate wergirtin. Abdullah Ocalan di vê dîrokê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî. Axaftina bi telefonê ku di nivîde hate qutkirin 4 deqîqe û nîvan berdewam kir. Ji vê dîrokê ve ne ji Abdullah Ocalan ne jî ji girtiyên din agahî nayê wergirtin.    DI HEZAR ROJAN DE 487 SERLÊDAN    Di lîteratûra hiqûqî ya navneteweyî de tecrîda mutleq a ku wekî “incommunicado” tê binavkirin, berdewam dike, hewldanên parêzer û malbatan jî didomin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat her hefte bi daxwaza hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî serî li Miduriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê didin. Ji 25’ê adara 2021’an ve ku têkilî bi Abdullah Ocalan re hatibû danîn û heta niha herî kêm 338 serlêdanên parêzeran û herî kêm 149 serlêdanên malbatan bi komî 487 serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin. Lê hemû serlêdan an bêbersiv tên hiştin an jî bi daxwaza “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin.   KAMPANYAYA AZADIYÊ BERDEWAM DIKE   Çalakî û aktîvîteyên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were, tecrîd were rakirin û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re pêk bên hatine destpêkirin didomin. Di vê çarçoveyê de di 10’ê cotmehê de di asta navnetewî kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 29’ê mijdarê de ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê da. Herî dawî di 106 girtîgehan de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Ocalan di 27’ê mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin.    JI DELEGASYONA JINAN A NAVNETEWÎ BANG   Delegasyona Jinan a Navnetewî di meha kanûnê de hate Tirkiyeyê. Endamên şandeyê yên ji bo Abdullah Ocalan hatin Tirkiyeyê, bi Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Abdullah Ocalan dike re hevdîtin kir. Şandeyê di daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Divê tecrîda li dijî Abdullah Ocalan demildest were bidawîkirin. Divê weke Serokê demokratîk ê gelê kurd rola wî were naskirin û di vê rewşê de dê pêdiviya wî ya were berdanê derkeve holê.”   MA /Dîren Yûrtsever