Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin 2023-12-25 09:07:03   ENQERE - Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Nejla Kûrûl, diyar kir ku Wezareta Perwerdehiyê feraseta perwerdehiya demokratîk ji nedîtinê tê û wiha got: “Em dibînin ku di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêş dixin. Wezîr qala 10 xalên dikin. Divê van xalên protokolê aşkere bike.    Protokola perwerdehiyê ya Wezareta Perwerdehiyê, ji ber naveroka wê bûye mijara niqaşê, rexneyên li ser wê zêde bûne. Wezîr Yusuf Tekin, di Lijneya Giştî ya Meclisê de, têkildarî butçeya Wezareta Perwerdehiyê diyar kir ku 2 hezar û 709 protokolên wezaretê hene û 10 xalên van protokolan bi tarîkat û cemaatan dane îmzekirin. Wezîr Tekîn da zanîn ku dê di sala 2024'an de protokolên bi cemaet û tarîkatan re berdewam bikin. Yek ji protokolên ku Wezîr Yusuf Tekîn qala wê dike jî, protokola 'Ez ji derdorê xwedî derdikevin (ÇEDES)' ya ku di sala 2021'an de Wezareta Perwerdehiyê (MEB) bi Wezareta Karên Diyanetê û Wezareta Ciwan û Sporê re îmze kiriye ye. Protokola navborî dema di sala 2021'an de hat îmzekirin, dibistanên navîn û dibistanên îmam xetîp dixistin nava xwe. Bi protokolên di sala 2023'an re disistanên seretayî jî xistin nava protokolan. Bi vê protokola dawî hemû xwendekarên dibistanê xistin nava protokolê.    Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Nejla Kûrûl, protokolên perwerdehiyê yên Wezareta Perwerdehiyê nirdaxnd. Kurul, anî ziman ku Wezareta Perwerdiyê armanc dike ku di pêşerojê de, di qada hemû perwerdehiyê de feraseta olperestiyê pêş bixe û wiha got: "Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn di axaftina butçeyê de diyar kir ku dê îmzekirina protokolan a bi tarikat û cemaatan re berdewam bike. Bi gotina 'Agahiyek min a xweş ji bo we heye' nêzikatiya xwe ferz dike. Em dipirsin. Çima Tirkiye bi protokolan bê rêvebirin? Di zagonên Destûra Bingehîn de têgehên dewleta demokratîk, civakî û dewleta hiqûqê heye. Lê dema em li kiryar û pratîkên wezîran dinerin, em dibînin ku Destûra Bingehîn bêqîmet bûye û li ber çavan nayê girtin."    Kûrûl, destnîşan kir ku dibistan û zanîngeh ketine bin bandora van protokolan û wiha axivî: "Hema bêje êdî dewleta hiqûqê û demokratîk tune ye. Rêvebirin, Daraz û Zagonçêkirin ketine destê çend kesên di qesrê de. Heta ev ketine destê malbatekê. Em bi nêzîkatiya ku têgehên wekheviya zayendiya civakî û têgehên wê ku ji qada perwerdehiyê derxin re rû bi rû ne. Dixwazin hin têgehan qedexe bikin. Ev tişên ku di qada perwerdehiyê de tên kirin, nîşanî me didin ku dixwazin di qada perwerdehiyê de hişmenî û feraseta olperestiyê pêş bixin. Dixwazin qada perwerdehiyê bikin qada olperestiyê.    Kûrûl, bibîr xist ku di axaftina butçeyê de li şûna protokolên perwerdehiyê divê mijarên wekî şert û mercên dibistan û xwendekaran û heqê kedkarên perweredehiyê bêne niqaşkirin û wiha berdewam kir: "Enflasyon wekî 'Bacek zorba' tê bikaranîn. Heqê ku tê dayîn, her hefteyek derbas dibe, bê qîmet dibe. Diviya bû di pêvajoya niqaşên butçeyê de em li ser heqê kedkaran û şertên xwendekaran rawestiyana. Lê Wezîrê Perwerdehiyê qala vana nekir û tu amadekariyên wî jibo vê yekê tune. Di bin navê Perwerdehiya Neteweyî û mîllî de perwerdehiya nijadperest, olperest, zayendperekt pêş dixin."      Kûrûl, diyar kir ku Wezareta Perwerdehiyê feraseta perwerdehiya demokratîk ji nedîtinê tê û wiha lê zêde kir: “Em dibînin ku di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêş dixin. Wezîr qala 10 xalên dikin. Divê van xalên protokolê aşkere bike. Wezaret feraseta perwerdehiya demokratîk tune dihesibîne. Heqaretê li perwerdehiyê dike û dixwaze çînek olperest pêş bixe. Bi vê ferasetê bi sedhezaran mezûnên Lîseyên Îmam Xetîp derketin holê. Em ketine pêvajoyek bê plan û bê armanc a perwerdehiyê. Armanca Wezareta Perwerdehiyê ewe ku ji bo alîkariyên xwe qada debarê ava bike.    ‘MEB MECBURE LI GORÎ RÊGEZA LAÎKLÎKÊ TEV BIGERE   Kûrûl, bal kişand ser fermana ku Midûrê Perwerdehiyê yê Navçeya Ataşehîr ku dixwaze dibistan saetên perwerdehiyê li gorî nimêja înê diyar bikin û wiha bi dawî kir: "Îktîdara siyasî her tim bi israr diyar dike ku li Tirkiyeyê ji sedî 99 musliman in. Lê em bi milyonan eleqî û kesên nemusliman jiyanek laîk dixwazin. Em di encama hilbijartinê de dibînin ku milyonan kes jiyanek sekuler berdewam dikin. Ji ber vê yekê eger di Destûra Bingehîn de rêgeza Laîklîkê hebe, wê demê Wezareta Perwerdehiyê û Midûrên Perwerdehiyê yên bajar û navçeyan divê li gorî rêgeza laîklîkê tev bigerin."