Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn 2023-12-25 09:35:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk navenda bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 karker birîndar bûn. Dewleta tirk a dagirker bi balafirên biçek û bêmirov (SÎHA) li navenda bajarê Kobanê kampanyek û cihekî tamîrkirina erebeyan bombebaran kir. Di encamê de 2 karker birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.