Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin 2023-12-25 11:52:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Can Atalay ku AYM’ê derbarê wî de du caran biryara binpêkirinê da, ji bo ku were berdan careke din serlêdan kirin.    Can Atalay ku ji Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) weke parlamenter hate hilbijartin û tevî 2 biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nayê berdan. Parêzerên Atalay, Fîkret Îlkîz, Denîz Ozen û Akçay Taşçi ji bo ku muwekîlê wan were berdan careke din serî li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dan.