Keleha dîrokî veguherî sergoyê 2023-12-26 09:13:30 ŞIRNEX - Keleha Birca Belek a dîrokî ku bi salên domdirêj restorasyona wê nehat bidawîkirin, veguheriye sergoyê.  Keleha Birca Belek a dîrokî ya li navçeya Cizîr a Şirnexê veguyeriye sergoyê. Midûriyeta Giştî ya Berhemên Çandî û Muzeyan a girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê di sala 2021’an de îhaleya restorekirina Keleha Birca Belek da Şîrketa Anonîm a Turîzm Înşaet û Bazirganiyê ya Zeydanli. Diviyabû ev restorasyon salek berê biqediya lê hêj jî didome. Di demeke ku restorasyon didome de derdora kelehê veguheriye sergoyê. Herêma peykerê şêr û li bin dîwarên kelehê gelek gilêş kom bûye.    DÎROKEKE XWE 6 HEZAR SALAN    Dîroka Birca Belek Beriya Zanînê (B.Z.) ji 4 salan dest pê dike. Qraltiyên Gutî, Med, Asur û Mîrtiya Botanê li vir hukmê xwe kirin. Di serdemên Osmanî û komarê de jî ev der heta demekî dirêj weke baregeha leşkerî hat bikaranîn. Di sala 2010’an de leşkeriyê ev der vala kir.