Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ mezin dibe 2023-12-26 10:59:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Dostên gelê kurd di 10’ê cotmehê de li 74 navendan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dabûn destpêkirin û kampanya roj bi roj mezintir dibe.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin û ji wê rojê heta niha li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê gên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ev 34 meh in didome. Bû 34 meh ku serlêdanên bi daxwaza hevdîtinê ya parêzer û malbatan bêbersiv tên dayîn an jî bi hinceta “cezayê disiplînê” tên redkirin.    Di demeke ku tecrîd didome de, di asta kûrewî de starta kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hate dayîn. Starta kampanyayê di 10’ê cotmehê de li Fransayê ji hêla dostên gelê kurd ve hate dayîn. Di vê çarçoveyê de li 74 navendan daxuyanî hate dayîn û çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.    Kampanyaya ku di 10’ê cotmehê de hate destpêkirin du meh li pey xwe hişt. Di nava 2 mehan de kampanya hate mezinkirin û li seranserî cîhanê belav bû. Li gel kampanyayê, ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û  çareserkirina pirsgirêka kurd di nava du mehan de gelek serlêdan hatin kirin.     Çendek çalakî, xwepêşandan û serlêdanên ji 10’ê cotmehê heta niha hatine kirin wiha ne:    * Di 10’ê cotmehê di nav de rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqnas û rıjnameger jî, dostên kurdan li 74 navendan starta kampanyayê dan. Di demekî kin de hejmara navendên daxuyanî lê hatine dayîn 100 derbas kir.    * Di 28’ê cotmehê de bi navê “Banga Aştiyê” deklarasyonek hate weşandin. Rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar û hwd. jî di nav de, gelek kesên navdar ên tirkiyeyî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin.    * Di 29’ê cotmehê de li Amedê bi sedan sazî, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî deklarasyona “Ji niha ve ji bo pêşerojê banga şênber” weşandin.    * Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 2’yê mijdarê de li pêşiya Meclisê daxuyanî dan û ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin.    * Di 18’ê mijdarê de li Kurdistanê û di 19’ê mijdarê de jî li bajarên Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve "Me“a Azadiyê” hate destpêkirin.    * Girtiyên siyasî yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de tên ragirtin, di 27’ê Mijdarê di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin.    * Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 29’ê mijdarê de ji bo şandeyekê bişîne Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da.    * Xizmên girtiyan di 4’ê kanûnê de li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Çalakiya nobetê piştre jî li Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê belav bû.    * Di 10’ê kanûnê de li gelek deverên cîhanê çalakiyên “Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan” hatin lidarxistin. Gelek akademîsyen, nivîskar, fîlozof, rewşenbîr, jin û ciwanan di çarçoveya çalakiyê de pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin. Piştî xwendina pirtûkan, têkildarî paradîgmaya Abdullah Ocalan nirxandin hatin kirin. Fîlozof Slavoj Zizek di nirxandina xwe de wiha got: “Ocalan, got ku ji bo afirandina cîhaneke nû ya civakî divê mirov pergala heyî bivarêşe. Ev yek, pêşdîtineke metafîzîk a civakî ya nûwaze ye.”    * Di 16’ê kanûnê de li paytexta Fransayê Parîsê bi tevlibûna dehan kesan çalakiya “Mirovê Sekinî” hat lidarxistin.    * Di 20’ê kanûnê de ji bo ji Îmraliyê re qert û name bên şandin, kampanya hate destpêkirin.