Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar Esat Oktay li dibistanê bê kirin 2023-12-26 11:29:01 ÎZMÎR - Li navçeya Bucayê navê dibistaneke seretayî weke Dibistana Seretayî ya Esat Oktay hate guherandin. Şaxa Hejmar 5 a Egîtîm Senê ya Îzmîrê bertek nîşan da û wiha got: “Divê ev şerm tavilê bê sererastkirin Nabe ku navê îşkencekarekî li dibistanê were kirin.”    Li navçeya Buca ya Îzmîrê navê dibistanekê hate guherandin û navê Dibistana Seretayî ya Esat Oktay lê hate kirin. Şaxa Hejmar 5 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Îzmîrê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî bertekan jî walîtî navên gelek dibistanên li Bucayê diguherîne û wiha hate gotin: “Navê Dibistana Navîn a Şehît Huseyîn Şîmşek a Bucayê ku di sala 1930’an de hatiye avakirin, navê Dibistana Amadehî ya Şîrînyerê ku di sala 1962’yan de hatiye avakirin weke Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Ertûgrûl Gazî, navê Dibistana Amadehî ya Gurçeşmeyê ku di sala 1966’an de hatiye avakirin weke Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Kanunî Sûltan Suleyman, navê Dibistana Amadehî ya Pîşeyî ya Endustriyê ya Bucayê ku di sala 1978’an de hate avakirin jî weke Suleyman Şah hate guherandin.”    'ÎŞKENCEKARÊ MIROV QETIL KIRÎ’   Bi domdarî hat destnîşankirin ku walîtiyê di 15’ê nîsana 2023’yan de bi guhertineke nû re skandaleke mezin kiriye û wiha hat gotin: “Navê Dibistana Seretayî ya Gundê Belenbaşiyê ku di sala 1959’an de hatiye avakirin, hate guherandin. Navê Esat Oktay Yildiran ku yek ji îşkencekarên salên 1980’an e li dibistanê hate kirin. Îşkencekar Esat Oktay Yildiran ku fermandariya Girtîgeha Amedê ku yek ji sembolên Darbeya 12’ê Îlonê ye kiriye kî ye; piştî darbeya 12’ê îlonê li Girtîgeha Amedê midûrtî kir. Di dema peywira xwe de bû sedema mirina nêzî 60 kesan û îşkencekar e. Bi dehan pirtûk û fîlm li ser îşkenceyên Esat Oktay Yildirin hatine nivîsandin û kişandin.    Nayê qebûlkirin ku navê îşkencekarekî li saziyeke perwerdeyê were kirin. Îktîdara AKP’ê di encama bertekên gel de navê vî îşkencekarî yê li parkekê hatibû kirin jê biribû. Şaredariya Fatîhê ya AKP’î di sala 2010’an de navê vî îşkencekarî ji bîrdariya li Parka Parka Şehîdan a Fatîhê jê biribû. Niha jî navê vî îşkencekarî li saziyeke perwerdeyê dike. Em vê biryarê şermezar dikin. Divê ev şerm tavilê bê sererastkirin û ji Walîtiya Îzmîrê dixwazin ku demildest ji vê biryara xwe ya guherandina nav vegere.”    SIYASETMEDAR Û PARASTVANÊN MAFAN BERTEK NÎŞAN DAN    Gelek siyasetmedar û parastvanên mafan jî li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bertek nîşan dan.    Seroka Lijneya Rêveberiya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci: “Êdî necezakirin jî derbas kirine û gihiştin qonaxeke wisa ku îşkencekaran xelat dikin. Şerma vê ya me tevan e!”    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn: “Esat Oktay sûcê li dijî mirovahiyê kiriye!! Ev yek, rewakirina tundî û îşkenceya li kurdan hatiye kirine! Yên ku demekê digotin ‘em cuda ne’; HÛN EW DEWLET BI XWE NE’.”    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Faruk Gergerlîoglû: “Ev skandaleke çawa ye? Navê îşkencekarekî li dijî mirovahiyê sûcên mezin kirine li dibistanê hatiye kirin! Ev sûc e! Gelo hûn dixwazin xwendekar jî wekî wî bin?”    Gulistan Kiliç Koçyîgît a DEM Partiyî: “Navê îşkencekarê kujer û nîjadperest Esat Oktay Yildiran ku Girtîgeha Amedê veguherand dojehê, diviyabû di dîrokê de weke navê şermê cih bigirta lê li dibistanekê tê kirin ku dê her bijî! Em ê destûrê nedin ku hûn van îşkencekaran weke model pêşkeşî zarokan bikin!”    Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu: “Heke hûn pirsa pirsgirêka kurd çi ye bikin; lêkirina navê Esat Oktay Yildirin a li dibistanekê ye ku berpirsyarê îşkencekirina bi hezaran kesên li Girtîgeha Amedê ye. 40 sal piştre li Îzmîrê navê wî li dibistanê tê kirin. AKP’ê careke din rûyê xwe yê rast nîşanî gelê me da.”    Her wiha Parlamenterê CHP’ê Oguz Kaan Salici, parlamenterê Partiya Devayê Mehmet Emîn Ekmen û Mûstafa Yeneroglû û Parlamenterê Partiya Saadetê Bulent Kaya jî di parvekirinên xwe de bertek nîşan dan.