Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ya ji danişînan bên xelaskirin nehate qebûlkirin 2023-12-26 11:53:20 RIHA - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê piştî ku girtî rastî îşkenceyê hatibûn derbarê wan de bi hinceta “zirar dane malê cemaweriyê” doz hatibû vekirin. Girtî ji ber di greva birçîbûnê de ne daxwaza wan a ji danişînan bên xelaskirin nehate qebûlkirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê piştî ku girtî di 7’ê cotmeha 2021’an de rastî îşkenceya 80 gardiyanan hatibûn derbarê wan de bi hinceta “zirar dane malê cemaweriyê û heqaret li nîşaneyên serweriya dewletê dikin” doz hatibû vekirin. Danişîna doza girtiyan li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê hate lidarxistin. Ji girtiyan Zeynal Karataş, Enver Kanmaz û Serhat Bûlût û parêzerên wan amade bûn. Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Kanmaz, diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine çalakiya greva birçîbûnê û xwest ku ji ber vê yekê ji danişînan bên xelaskirin. Zeynal Karataş û Serhat Bûlût ên pişt re parastin kirin jî îfadeyên xwe yên beriya niha dubare kirin û xwestin ji danişînan bên xelaskirin.    Parêzera girtiyan Ayşe Şehrîban Demîrel a pişt re parastin kir jî wiha got: “Ez tev li îfadeya muwekîlên xwe dibim. Saziya ku tê gotin di çarçoveya dosyayê de zerar dîtiye, di heman demê de aliyekî dosyayê ye. Em daxwaz dikin ku qeydên kamerayan bên lêkolînkirin da ku tespît bikin ka zerar heye yan na.”   Şandeya dadgehê ya piştî navberê biryara xwe aşkere kir, daxwaza girtiyan a ji danişînan bên xelaskirin qebûl nekir û bi hinceta kêmasiyên dosyayê bên temamkirin danişîn taloqî 24’ê gulana 2024’an kir.