Girtiyên di greva birçîbûnê de name şandin: Hêvî jî hêz jî em in 2023-12-26 12:36:28   RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Rihayê tên ragirtin û ketine greva birçîbûnê di nameya xwe de bal kişandin ser armanca çalakiyê û wiha gotin: “Hêvî em in, hêz em in, zilm çiqas hovane jî be serdarên dil û ruhê xwe em in.”    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî di roja 30’an de didome. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Rihayê ketine greva birçîbûnê, têkildarî çalakiya xwe ji ajansa me re nameyek şandin. Girtiyan, diyar kirin ku di qonaxeke dîrokî de ne û wiha gotin: “Pergala zilmê ya li ser qirkirina gelan hatiye avakirin 100 sal li pey xwe hişt. 100 sal berê dema împaratorî hilweşiyayî, derfetên azadiyê ji bo gelek gelan çêbûn lê hinek jê weke qurbanî hatin hilbijartin û rastî qirkirinê hatin.”    ‘KURDISTAN KIRIN BIHÛŞTA GELAN’    Bi domdarî girtiyan destnîşan kirin ku Hasan Hayrî ji bo parlamenteriyê li Qoçgiriyê xiyanet kir û wiha ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku bi cil û bergên kurdî çû Meclisê, hate bidarvekirin. Berxwedana Şêx Seîd, Xoybûn û Dêrsimê ku qirkirin ferq kiribûn û pêş ketibûn, mixabin nekarîn herka dîrokê biguherînin. Ji ber ku ji bo têkoşîna azadiyê ya hevpar dereng mabûn. Lê belê mîrateyeke bêmînak ji peyrewên xwe re hiştin.    Rêber Apo û hevalên wî ji vê pergala zilmê re gotin ‘bisekine’ û ji gelekî ku hebûna xwe ji bîr kiribû egîd afirandin. Ji bo gelekî eniya azadiyê ava kirin. Ji ber vê yekê ye ku kurdayetiya ku ji xwe şerm dikir îro veguheriye çirayekê serbilind û bû çavkaniya serfiraziyê. Rêber Apo, ji bo ku jinên kurd, ciwan û gelên din careke din neyên qirkirin, kaniya ronakbiriyê afirandin. Ji bo ku Kurdistana ku veguherandibûn goristana gelan dîsa bikin bihûşta gelan, bingeh ava kirin. Divê di serî de were zanîn ku heke me ciwan, jin, gel û hemû mirovahiyê nekarîbe rêberê serdemê ji pergala qirkirinê derxînin, ev ji bo me cihê şermê ye. Weke rêhevalên we yên li zindanê, ji bo ku em vê şermê bi dawî bikin û azadiya gelê xwe û rêberê xwe pêk bînin, ji bo piştevaniya bi têkoşîna hatiye destpêkirin me dest bi greva birçîbûnê kir.    Di vê çarçoveyê de banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku vê têkoşînê li her qadê mezin bikin, dengê me li her derê belav bikin û kolan û bajaran veguherînin qadên berxwedanê. Hêvî em in, hêz em in, zilm çiqas hovane dibe bila bibe efendiyên dil û ruhê xwe em in.”