Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin 2023-12-26 15:21:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê l gelek bajaran hatin protestokirin.    Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hinek bajaran hatin protestokirin. Li Rihayê, li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî hate dayîn û li gel nûnerên rêxistinên civaka sivîl, gelek kes tev li bûn. Polîsan xwestin girseyê asteng bikin. Amirekî polîsan got; “Ez dewlet im û destûrê nadim. Hûn nikarin mafê xwe yê demokratîk li vir bi kar bînin.”    ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’    Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî bertek nîşanî helwesta polîs da û wiha got: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em li dijî şer in. Li Rojhilata Navîn dîsa xwîn tê rijandin. Banga me li hemû îktîdarên hebûna xwe li ser rijandina xwînê ava dikin ew e ku dev ji van polîtîkayên xwe berdin. Divê hemû pirsgirêk bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin û pêşiya muzakereyan bê vekirin. Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd jî Îmrali ye. Di navbera salên 2013-2015’an de hevdîtin çêbûn û xwin nerijiya. Şandeyên fermî çûn Îmraliyê. Divê tavilê şandin biçin Îmraliyê.”    MÊRDÎN   Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li Mêrdînê daxuyanî dan. Polîsan li vir jî xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Girseyê gelek caran dirûşma Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û di navbera girseyê û polîsan de rageşî derket. Di encama muzakereyan de daxuyanî li şaneşîna avahiya DEM Partiyê hate dayîn. Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Ayşe Bozan di daxuyaniyê de got ku dewleta tirk piştî windahiyên li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê êrişî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.    Bozan, da zanîn ku di êrişan de saziyên xizmetê hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “Di êrişan de gelek kes hatin qetilkirin. Ji bo aştiyê û bidawîbûna şer û pevçûnan, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Divê hemû gelên me li dijî êrişan bibin yek. Çareserkirina pirsgirêka kurd her wiha dê hêviya pêkvejiyanê ya gelên Rojhilata Navîn mezin bike. Ji bo vê jî divê Tirkiye dev ji qirkirinên xwe yên li dijî gelê kurd berde û rêya aştiyê veke. Êrişên li dijî Rojava dê neçareseriya heyî kûrtir bike. Divê tavilê ev êriş bi dawî bibin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav bên avêtin.”    Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.    WAN    Li Wanê jî bi pêşengtiya TJA’yê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê xwest daxuyaniyê li derve bide lê polîsan mudaxile kirin û zext kirin ku li pêşiya avahiya partiyê bê dayîn. Polîsan, bi pergala deng daxuyanî provake kirin.    ‘ŞER ÇARESERÎ NÎNE’    Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Gelê kurd bi sala ye ji bo ziman û nasnameya xwe têdikoşe. Îktîdara Tirkiyeyê êrişî destkeftiyên gelê kurd dike. Dewleta tirk li dijî Rojava êrişên giran dike. Di encama bombebarankirina Nexweşxaneya Heyva Sor de 7 sivîl hatin qetilkirin. Rojava ev 10 sal in li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dide. Dewleta tirk bi domandina polîtîkayên şer, dibe sedema qirkirinan. Weke DEM Partiyê em careke din dibêjin ku çareserî bi şer nayê. Tu xêra vî şerê qirêjî nagihije civakê. Ev şer zirarê dide Tirkiyeyê. Divê hêzên navdewletî van êrişan bibînin û bidin serkinandin. Dê têkoşîna me ya aştiyê ya li dijî şer bidome.”    MÛŞ    Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir. Gelek kes tev li daxuyaniya li pêşiya avahiya partiyê hatiye dayîn bûn. Rêvebera DEM Partiyê ya Bajar Çîçek Tutuş di daxuyaniyê de got ku îktîdara AKP-MHP’ê roj bi roj polîtîkayên şer girantir dike û ev tişt anî ziman: “Ev zîhniyeta ku di şer de israr dike, sivîlan hedef digire. Tirkiye, sûcê şer dike. Dîsa Rojava bombebaran kirin û qadên sivîlan bi zanebûn hedef girtin. Di serî de rafîneyên petrolê û embarên genim, hemû qadên sivîlan bombebaran dike.”    Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.    SÊRT    Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê jî bi heman armancê xwest li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide û bertek nîşan bide. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, endamên DBP’ê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Polîsên ku dora avahî dorpêç kirin, gotin ku dê destûrê nedin. Nehiştin ku endamên partiyê ji avahiya partiyê derkevin.    Ji bo protestokirina vê rewşê di hundirê avahî de çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakvanan dirûşmên “Gelê Rojava bi tenê nîne” û “Zextên we nikarin me têk bibin” berz kirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn xwest ku têkildarî qedexeyê biryara nivîskî ji wan re bê şandin lê polîsan tu hincet nîşan nedan.    Tekîn, got ku daxuyaniya çapemeniyê mafekî demokratîk e û diyar kir ku ew ê fermana qedexeyê qebûl nekin. Tekîn, wiha domand: “Du roj berê di roja yekşemê de Weqfa Peygamber Sevdalilari ku nêzî HUDA-PAR’ê ye li ser Cadeya Guresê çek dan destê zarokan û meş li dar xistin. Lê emniyeta we tiştek jê re negot û tiştek nekir. Çima ji bo wan serbest e lê ji me qedexe ye? Partiya yekemîn a vî bajarî em in. We destûr da ku zarok di dest de çek bimeşin.”    Welatiyekî tev li çalakiyê bûy jî bi van gotinan bertek nîşan da: “We çima deriyê me girt. Xwedê jî vê qebûl nake.”    ŞIRNEX   Êrişên dewleta tirk li navçeya Cizîr a Şirnexê jî hatin protestokirin. DEM Partiyê, Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate dayîn û gelek kesên ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê, di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Zextên we nikarin me têk bibin” berz kirin.    Hevserokê DEM Partiyê ya Cizîrê Yilmaz Sanri daxuyanî xwend û wiha got: “AKP her roj dibe sedema mirin, rijandina xwînê travmayên civakî. Roj bi roj polîtîkaya şer kûrtir dike. Ev du roj in bi balafirên şer gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Qadên sivîlan hatin bombebarankirin. Di êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em ji vî şerî re dibêjin bes e. Divê ev êrişên bêperwa yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tavilê bên sekinandin. Banga me ji bo raya giştî ya neteweyî û navneteweyî ew e ku li dijî şer bikevin nava tevgerê. Em dikarin bi hev re rê li ber van êş û mirinan bigirin.”    ‘EM ŞER Û KOMKUJIYAN NAXWAZIN’   Hevseroka DBP’a Silopiyayê Emîne Ozbek jî şerê li dijî xelkê mazlum şermezar kir û wiha got: “Jin û zarok tên qetilkirin. Ma hûn çi ji gel dixwazin? Em jî mîna gelên din ên cîhanê dixwazin li ser xaka xwe bijîn. Bila ev şer êdî bi dawî bibe.”