Ketina herêma Çiyayê Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin 2023-12-26 15:24:00   ŞIRNEX - Ketina Çiyayê Gabarê yê li çoltarê Şirnexê ji bo 15 rojan hate qedexekirin.    Li ser biryara Walîtiya Şirnexê, herêma Çiyayê Gabarê ku di nava sînorê navenda Şirnexê û navçeya Basayê de ye, ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hate ragihandin. Hat diyarkirin ku qedexe dê heta 10’ê çileyê bidome.