Wezaretê ji ber navê Esat Oktay daxuyanî da: Xetayeke 2023-12-26 17:10:09   ÎZMÎR - Piştî ku li navçeya Bucayê navê Esat Oktay Yildiran li dibistanekê hate kirin gelek bertek hatin nîşandan. Wezareta Perwerdehiyê ya li ser vê yekê daxuyanî da îdia kir ku navlêkirina dibistanê xetayeke.    Li navçeya Bucayê navê dibistaneke seretayî weke Dibistana Seretayî ya Esat Oktay hate guherandin. Li ser bertekên derbarê vê yekê de Wezareta Perwerdehiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Wezaretê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku navlêkirina dibistanê xetayeke.