Gelê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Sûcê şer e 2023-12-27 12:06:35 AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin ku êrişên li dijî qadên sivîlan sûcê şer e.  Di şer û pevçûnên li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Xakûrkê yên Herêma Federe ya Kurdistanê de 12 leşker hatibûn kuştin. Piştî kuştina leşkeran, deweleta tirk êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kir. Di encama êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 8 kes hatin qetilkirin û 18 kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bîlançoya êrişan parve kir û da zanîn ku 2 hezar û 200 gund di tariyê de mane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewelta tirk bi 7 balafirên şer û 33 balafirên bêmirov li dijî herêmê 40 êriş pêk anîne.    Di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de qadên sivîlan, binesazî û nexwexşane hedef hatin girtin. Welatiyên Amedê têkildarî êrişan ji ajansa me re axivîn û bertek nîşan dan.    ‘DIVÊ KURD BIBIN YEK’   Ji welatiyan Ekrem Yildiz anî ziman ku ew şer naxwazin û pirsa “Gelo dê ev şer heta kengî bidome?” kir. Yildiz, diyar kir ku ev 40 sal in şer bênavber didome û ev tişt anî ziman: “Mîna me kurdan, tevahiya van leşkerên tên kuştin xizan in... Zarokên dewlemendan namirin. Şer hem zilm hem jî zordestî ye. Çi karê me li Sûriye û Iraqê heye? Sînorê me diyar e. Kî bibe sedema mirina van mirovan, xwedê heqê xwe bo wan nehêle. Divê gelê kurd bibe yek. Nexwe bi tu awayî rê li ber vî şerî nayê girtin. Ev sed sal in zilm li me tê kirin. Divê çareseriyek hebe. Çareserî li Enqereyê ye. Divê siyasetmedar bi hev re bicivin. Heta ku heq, hiqûq û edalet nebe ev pirsgirêk çareser nabe. Ev 40 sal in mirov tên kuştin û dibêjin ‘me tune kirin.’ Ev çima tên kuştin? Çi sûcê van kesan heye?”    ‘AŞTÎ, AŞTÎ Û AŞTÎ’    Welatiyê bi navê Mehmet Yildiz jî xwest şer bê rawestandin û mirov jiyana xwe ji dest nedin û banga aştiyê kir. Yildiz, diyar kir ku tu tiştek ji sekinandina şer û aştiyê xweştir nîne û wiha got: “Bira birayî dikuje. Li her devera Rojava şer heye. Aştî, aştî û aştî.”   Hanimşah Çelîk jî anî ziman ku ji xemgîniya xwe nikarin televîzyonê jî temaşe bikin û wiha dom kir: “Derdê me mezin e. Em dixwazin mîna birayên hev bijîn. Em xayîntî û şer naxwazin. Zar û zêçê mehf perîşan bûn. Xwedê stûyê zaliman bişikîne. Em şer naxwazin.”    ‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’   Têkildarî mijarê Mûrat Seyar jî got ku îktîdar li ser kurdan siyaseta xwe dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Leşker dimire, xizan û hejar in. Nabêjin bê ka çiqas leşker mirine. Qadên sivîlan bombebaran dikin, depoyên wan, ceyrana wan û petrola wan bombebaran dikin. Li ser wan polîtîkaya bêzarkirinê dimeşînin. Ya me jî yekitî tune ye. Dev ji Rojava berdane ketine pey Filistînê. Bi şev û roj li Rojava mirov tên kuştin. Çima dengê we dernakeve? Heta ku em nebin yek dê biçin yek bi yek.”    Seyar, da zanîn ku ji bo sekinandina şer tekane çareserî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin, guftûgo bê kirin, bi hev re rûnin û rijandina vê xwînê bidin sekinandin. Heta ku diyalog nebe dê her roj ev mirin çêbibin. Heta bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan nekin dê ev meseleye çareser nebe.”    Mehmet Kanadioglû jî got; “Em mirov in. Kî jî zilmê bike dê mirov vê zilmê qebûl nekin.” Kanadioglû, “Pêvajoya çareseriyê” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ya piştî wê lîstik bû. Pêvajoya aştiyê bi dawî kirin û şer dan destpêkirin.”    ‘SÛCÊ ŞER E’   Ji welatiyan Fîkret Ozgun jî bi lêv kir ku êrişên li dijî sivîlan komkujî ye û wiha derbirî: “Ev, sûcê şer e. Kî vî sûcî bike divê bê cezakirin. Îcar heke mijara behsa xeberê zarok û sivîlên li Rojava tên qetilkirin be...” Ozgun, êrişên li dijî Filistînê jî şermezar kir û got ku divê her kes dengê xwe bilind bike.    ‘ROJAVA BÊXWEDÎ NÎNE’    Yucel Yildiz ji herêma Behra Reş hatiye Amedê û bi cih bûye. Yildiz, bertek nîşanî êrişên ser Rojava da û wiha got: “Hinek mirov bertekê nîşanî Îsraîlê didin û şermezar dikin. Heke li Filistînê mirov hebin, li Rojava jî hene. Alîkarî û piştgiriyê didî Filistînê lê li Rojava jî mirov hene. Li wir zarok hatin qetilkirin, bav hatin kuştin. Bila destê xwe deynin ser wijdana xwe. Li wir nexweşxane û mal hatin bombebarankirin. Ketin nava xaka mirovan. Bi rastî jî ez çi rêzê ji bo vê nagirim. Rojava bêxwedî nîne. Heke tu piştgiriyê bidî Filistînê, dê bidî Rojava jî. Ew jî bêxwedî nînin.”    Yildiz, destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê gelê kurd yekitiya xwe ava bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev şer bi 3-5 kesan nayê sekinandin. Pêdivî bi yekitî û tifaqê heye. Çi kurd an jî tirk, tu wateya nîjadperestiyê nîne.”    MA / Rûkiye Adiguzel