‘Biryara Esat Oktay xeletî nebû, tercîheke siyasî ye’ 2023-12-27 12:33:23   ÎZMÎR / AMED - Serokê Şaxa Hejmar 5 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Savaş Candemîr diyar kir ku daxuyaniya MEB’ê ya têkildarî lêkirina navê Esat Oktay Yildiran li dibistaneke Bucayê ku digot “xeletî ye” cihê baweriyê nîne û wiha got: “Ev, tercîheke siyasî ye.”    Li dibistana seretayî ya gundê Belenbaşi ya navçeya Buca ya Îzmîrê navê Esat Oktay Yildiran hate kirin ku piştî darbeya 12’ê Îlonê bi îşkenceyên xwe yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê naskirin. Lê piştî bertekan, ev biryar paşve kişandin. Navê dibistanê di 15’ê nîsana 2023’yan de hatibû guherandin lê di roja 25’ê kanûnê de li ser hesabên medyaya civakî dîmenên têkildarî avahiya nû ya dibistanê de hatin parvekirin û hat dîtin ku navê wê hatiye guherandin. Li ser vê yekê partiyên siyasî, baroyan, rêxistinên mafên mirovan, sendîka û welatiyan bertek nîşan dan. Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) jî ji ber bertekan daxuyanî da û lêkirina navê Esat Oktay Yildiran weke “xeletî” pênase kir û got ku ji bo guherandina navê dibistanê raye dane Walîtiya Îzmîrê.    Têkildarî mijarê em bi nûnerên partiyên siyasî û sendîkayên bajar re axivîn.    'XELETÎ NÎNE, TERCÎHEKE SIYASÎ YE’   Serokê Şaxa Hejmar 5 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Îzmîrê Savaş Candemîr got ku daxuyaniya MEB’ê ya têkildarî mijarê ku weke “xeletî” pênase dike cihê baweriyê nîne û ev tişt anî ziman: “Dema guhertinên wiha tên kirin, gelek burokrat tev li wan komîsyonan dibin. Mimkin nîne ku ev nehatibe ferqkirin. Hûn vî navî li kîjan malpera înternetê binivîsin, dê bi dehan pirtûk û fîlmên têkildarî îşkenceyên vî kesî li Amedê kirin derkevin pêşiya we. Lewma xuyaye ku tercîheke siyasî ye. Ji berteka raya giştî tirsiyan û paşvegav avêtin. Piştî daxuyaniya wezaretê, em jî dixwazin ev nav tavilê bê jêbirin. Gelek derdorên cuda bertek nîşan dan. Ev nav dê her tim bi îşkenceyê bê bibîranîn.”    'HELWESTA AKP’Ê NÎŞAN DIDE’   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Zehra Vazan jî nayê qebûlkirin ku navê îşkencekar Esat Oktay Yildiran li dibistanekê were kirin û wiha got: “Di serdema AKP’ê de ev sepan gelek pêş ketin. Niha jî navên îşkencekaran li dibistanan dikin. Di darbeya 12’ê Îlonê tu şoreşger nînin ku neketibin girtîgehê. Divê her kesên li gel mafên mirovan li dijî vî navî derkevin.”    'HEWL DIDIN VAN NAVAN REWA BIKIN'   Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk (YSP) Huseyîn Çaglar jî got ku ev biryar zîhniyeta AKP’ê nîşan dide. Çaglar, bi lêv kir ku Esat Oktay Yildiran yek ji sembolên girtîgehên 12’ê Îlonê ye û wiha pê de çû: “Mamak, Metrîs, Girtîgeha Amedê û Amasya navendên îşkenceyê yên sereke yên wê serdemê ne. Sepanên herî zalimane li Girtîgeha Amedê hatin kirin. Navê fermandarekî vê girtîgehê li dibistanekê tê kirin. Ev yek nîşan dide bê ka welêt ber bi ku de diçe û ji hêla zîhniyeteke çawa ve tê birêvebirin.”    ‘TU KES OKTAY WEKE MIROVEKÎ BAŞ NABÎNE’    Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Piştgiriyê ya 78’an a Amedê Ahmet Ertak têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Ertak, bi bîr xist ku Esat Oktay Yildiran li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê berpirsiyarê bi hezaran kesan bû û wiha got: " Li gorî belgeyan, wê demê 60 kes di vê zindanê de ji aliyê Esat Oktay ve hatin îşkencekirin û qetilkirin. Tu kes Esat Oktay weke mirovek bi bîr nayîne. ”   ‘ESAT OKTAY BI ÎŞKENCEYAN TÊ NASKIRIN’   Ertak, bi bîr xist ku Girtîgeha Amedê di nava 10 girtîgehên herî xirab ên cîhanê de cih digire û got ku Esat Oktay ji sedî 70 îşkenceyên herî giran ên cîhanê li vê girtîgehê kiriye. Ertak, diyar kir ku Esat Oktay ji mirovahiyê re qenciyeke herî biçûk jî nekiriye û ev tişt anî ziman: “Her tim bi îşkenceyên wê serdemê tê naskirin. Herî dawî li Amedê navê Şêx Sêîd li bulvarekê hat kirin. Balkêş e ku navê Esat Oktay Yildiran jî di vê heyamê de li vê dibistanê hat kirin. Serokkomar Erdogan bi xwe di mitîngeke xwe ya Amedê de wiha digot, 'Xwezî dîwarên qawîşa 36'emîn biaxiviyana, dîwarên girtîgeha hejmar 5'an biaxiviyan û bigotina bê ka li vir çi qewimî ye.’ Serokkomar ji aliyekî ve vî tiştî dibêje, li aliyê din jî navê Esat Oktay li dibistanekê dikin. Gelek balkêş e.”   ‘GELO MA ESAT OKTAY BI QENCIYA XWE TÊ NASKIRIN?’   Ertak, anî ziman ku li cîhanê navê kesên baş li dibistanan tên kirin û li Tirkiyeyê jî navê Esat Oktay Yildiran tê kirin. Ertak, wiha dirêj da axaftina xwe: “Gelo ma Esat Oktay bi mirovatî û qenciya xwe tê naskirin? Em tevek dizanin ku Esat Oktay mîmarê darbeya 12'ê Îlona 1980'yî ye. Tevî ku Kenan Evren û hevalên wî darbe pêk anîbin jî, Esat Oktay û hevalên wî îşkence dikirin.”   ‘EM Ê LI DIJÎ VÊ YEKÊ BISEKININ’   Bi domdarî Ertak bal kişand ser îdiaya AKP’ê ku dibêje “em li dijî darbeyan e û mexdûrên darbeyê ne” û axaftina xwe wiha qedand: “Lê li hêla din navê Esat Oktay li dibistanan dikin. Ev yek durûtî ye. Biryarê didin ku Girtîgeha Hejmar 5’ê bibe muzeya mirovahiyê. Lê navê îşkencekarê vê girtîgehê li dibistanê dikin. Ev yek ji her alî ve durûtî ye. Hewl didin hafizeya civakê ji holê rakin. Ev kes dibe ku sibe peykerê Esat Oktay jî çêbikin. Em ê li dijî lêkirina navê Esat Oktay bisekinin.”