Gun ê ku di êrişa cerdevanan de birîndar bûbû cara 4’an emeliyeta bû 2023-12-27 13:21:49   AMED -  Abdurrahîm Gun ku bavê wî di êrişa cerdevanan de hate qetilkirin û ew bi xwe jî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê cara 4’emîn emeliyat bû.    Welatiyê bi navê Abdurrahîm Gun ku di êrişa cerdevanan a 11’ê kanûnê ya li li gundê Taloka yê Qileban a Şirnexê de birîndar bûbû careke din emeliyat bû.    Bavê Gun, endamê Şaredariya bajarokê Sêgirkê Ahmet Gun di êrişê de hatibû kuştin û Gun bi xwe jî bi birîndarî xelas bûbû. Gun, li Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê tê tedawîkirin. Di êrişê de guleyek li lingê çepê yê Gun ketibû û cara 4’emîn hate emeliyatkirin.    Gun, bertek nîşanî negirtina faîlan da û wiha got: “Nayê qebûlkirin ku heta niha jî faîl nehatibin girtin. Heke bixwazin dikarin di demekî kin de bigirin. Divê faîl tavilê bên girtin û ceza lê were birîn.”