Li pêşiya DEM Partiyê hewldana provokasyonê 2023-12-27 13:37:18   ENQERE - Komeke provokator ji bo daxuyaniyê bide li Enqereyê li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû.    Komeke provokator ku xwe weke endamên “Weqfa Malbatên Gazî û Şehîdan a Tirkiyeyê” dan nasîn, li pêşiya avahiya Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bûn.    Girseya ku dirûşmên nîjadperest û biçêr berz kirin, hêj li pêşiya avahiya partiyê disekine.