Ji Îmraliyê re qert şandin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome 2023-12-27 15:08:28   AMED - Dayik û kesên tev li Nobeta Edaletê bûn, bi pêşengtiya MED-TUHAD FED’ê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê qert şandin. Di çalakiyê de hat gotin ku heta Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna wan jî bidome.    Dayik û kesên tev li Nobeta Edaletê bûn, bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED-TUHAD FED) ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin û hezar roj in agahî jê nayên girtin, qert şandin. Dayik û kesên din li ser qertan hestên xwe nivîsandin û sersala girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de piroz kirin. Çalakvan, pêşiya ku biçin postaxaneyê, li Avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî dan. Piştre jî qert hatin amadekirin û li Şaxa Postaxaneya navçeya Rezanê hatin şandin.    ‘DIXWAZIN DI ŞEXSÊ OCALAN DE DENGÊ KURDAN QÛT BIKIN’   Di daxuyaniyê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray axivî û da zanîn ku ev nêzî 3 sal in tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Yaray, bi domdarî wiha got: “Ji 27’ê Mijdarê ve gelek girtî ketine greva birçîbûnê. Em jî ji bo ev tecrîd bi dawî bibe û pêvajoyekê aştiya mayînde dest pê bike, dibêjin ku ‘êdî bes e.’ Mafê her girtî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev tecrîd li ser kesekî ku bi milyonan kes weke vîna xwe dibîne tê meşandin û wateya vê ew e ku dixwazin di şexsê birêz Ocalan de dengê kurdan ji qada navneteweyî qut bikin. Em jî îro qertan dişînin û piştgiriyê didin greva birçîbûnê.”    ‘HETA OCALAN AZAD DIBE DÊ EV TÊKOŞÎN BIDOME’    Yaray, got ku ji bo rakirina tecrîdê dê heta dawiyê tekoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta ku birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî di nava gelê xwe de cih digire dê ev têkoşîn bidome. Kesên ku ketine greva birçîbûnê, zarokên vî gelî ne, zarokên van dayikan in. Divê em dengê dayikan bibihîzin. Bila êdî şer bi dawî bibe û pêvajoyekê aştiyê dest pê bike.”   Piştî axaftinê, girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.  Herî dawî jî girse çû ber deriyê Postaxaneya navçeya Rezanê û li wir qertên ku amade kirine ji Girtîgeha Îmraliyê re şandin. Piştî şandina qertan, girse vegeriya avahiya DEM Partiyê ya Rezanê û çalakiya Nobeta Edaletê domandin.