ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-28 09:00:06 * Rojnameger Lezgîn Îbrahîm bi lêv kir ku tevî Tirkiye êrişî nexweşxane, binesaziya herêmê û welatiyên sivîl dike jî, qada navneteweyî li dijî van êrişan deng ji xwe dernaxe û got ku Tirkiye ji bêdengiya qada navneteweyî hezê digire û êrişên bi vî rengî pêk tîne.     * Levent Gok ê CHP'î ku ji bo Komkujiya Roboskiyê neyê jibîrkirin bîrdariyek da çêkirin, got: "Em hewl didin helwesteke mirovî ya ku êşa malbatan nîşan dide û nîşan dide ku malbat ne bêxwedî ne, bidin der. Hêvîdar im, ev bibe dengê van hestan."   * Parêzer Mehmet Karataş anî ziman ku bidawîbûna şerê li Tirkiyeyê û pêkanîna aştiyê bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye û got ku fikara civakê ya der barê Abdullah Ocalan de ancax gava dengê wî bigihê raya giştî dê ji holê rabe.    * Şîmel Çam, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam, diyar kir ku ew ji ber rewşa tenduristiya bavê xwe bi fikar in û got: "Bi mirinê re rû bi rû ye. Divê demildest bê dermankirin."   * Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD ya Stenbolê Rezan Gezer ku serdana girtiyên di greva birçîbûnê de yên li girtîgehên herêma Marmarayê kir, diyar kir ku girtî di çalakiya xwe de bibiryar in û wiha got: "Girtiyan diyar kir ku heta binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê ji holê ranebin, dê çalakiya xwe bidomînin."   * Têkoşîna hiqûqî ya ji bo 34 kesên ku ji aliyê TSK'ê ve li Roboskiyê hatin qetilkirin berdewam dike. Parezerên dozê ku serî li Wezareta Dadê dabûn, piştî 4 salan bersiv wergirtin. Wezaretê pêdivî pê nedît ku dosyeyê bişîne dadgeha bilind. Ji parêzerên dozê Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses nêrîna wezaretê wekî "nêrîneke sosret" nirxand.   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)    * Nobeta Edaletê ya li Amed, Stenbol, Wan, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê hatiye destpêkirin didome. (11.00-17.00)   *  19 jê zarok 34 kesên di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk de di 28’ê kanûna 2011’an de li Roboskê hatin qetilkirin dê di salvegera 12’emîn de bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li ser gorên xwe bên bibîranîn. Li gelek bajaran dê daxuyanî bên dayîn. (12.00-19.00) ZINDΠ   * Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)