Ji bo Roboskêya li benda edaletê bîrdariyek 2023-12-28 09:08:22   STENBOL - Levent Gok ê CHP'î ku ji bo Komkujiya Roboskê neyê jibîrkirin bîrdariyek da çêkirin, wiha got: "Em hewl didin helwesteke mirovî ya ku êşa malbatan nîşan dide û nîşan dide ku malbat ne bêxwedî ne, bidin der. Hêvîdar im, ev bibe dengê van hestan."   Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê berê û Alîkarê Serokê Meclisê yê berê Levent Gok ji bo bîranîna 19 jê zarok 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê hatibûn qetilkirin, bîrdariyek da çêkirin. Li ser peykerê behsa xeberê ligel navê 34 kesên hatine qetilkirin, dayikeke ku li ser zarokê xwe digirî jî heye. Peyker, ji ber şert û mercên hewayê hê ber bi Roboskê ve nehatiye şandin. Peyker dê di biharê de li gundê Roboskê li cihekî bi dilê malbatan bê bicihkirin.    Gok ê ku der barê çêkirina peykerê de me pê re hevdîtin kir, diyar kir ku tê xwestin ku ser komkujiya ku 12 sal bi ser re derbas bûne bê nixumandin û bê jibîrkirin. Gok, diyar kir ku ji ber vê yekê bîrdarî daye çêkirin. Gok, destnîşan kir ku li hemberî vê rewşa ku wijdana gel birîndar kiriye, berpirsyariya xwe ya siyasî, mirovî û exlaqî bi cih aniye.   Gok, anî ziman ku piştî Komkujiya Roboskê ew çûne gund û got ku dayik di destê wan de wêneyên zarokên wan bi girî ew pêşwazî kirine. Gok, wiha axivî: "Dayikan ez kişandim odeyekê û gotin 'Em bi we bawer in, vê bûyerê ronî bikin.' Min jî bi hin belgeyên di destê xwe de, hin lêkolînên girîng kirin. Min di axaftinên xwe yên di qenalên televîzyonan û Meclisê de bûyer vegot. Mafê edaletê yê van welatiyên me yên li nêzî sînor in, heye. 34 kes mirin û yek berpirs jî nehat darizandin."   'DAYIKEKE KU ZAROKÊ WÊ MIRÎ TEMSÎL DIKE'   Gok, diyar kir ku bi pirtûka xwe ya bi navê "Roboskê: Hêsirên Qilebanê" têbiniyek li bin rûpelên dîrokê daniye û got: "Min diyar kiribû ku ez ê dahata vê pirtûkê jî diyarî malbatan bikim. Dahata pirtûkê pir kêm bû, lê bi alîkariya çend hevalan me hevdîtin bi malbatan re kir û me xwest em xwedî li hêsirên dayikan derkevin û bîranîna zarokên wan zînde bikin. Me tiştekî wia asêwirand. Dayika ku digirî ya di vê sêwirandinê de, hemû dayikên ku zarokên wan mirî temsîl dike. Lewma her dayika ku lê mêze bike dê xwe tê de bibîne."    Gok anî ziman ku ew hewl didin ku komkujiyê ji bîr nekin û got: "Em hewl didin helwesteke mirovî ya ku êşa malbatan nîşan dide û nîşan dide ku malbat ne bêxwedî ne, bidin der. Hêvîdar im, ev bibe dengê van hestan. Bi vê yekê re em hewl didin peywira xwe ya exlaqî û însanî bicih bînin."   MA / Dîren Yûrtsever